Têkildarî avê ji Şaredariya Qamişloyê hişyariyeke girîng

Şaredariya Gel a Qamişloyê şênî hişyar kir ku avê zêde xerc nekin ji ber ku stasyonên avê yên li bajêr ji ber sedemên fenî dê heta 2 rojan rawestin.

Têkildarî avê ji Şaredariya Qamişloyê hişyariyeke girîng
22 cotmeh, 2024   15:54
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand ku ji bo ku xeta 6`an a bendava Firatê sererast bike, dê kehrebeyê ji ser stasyonên veguhastinê heta 2 rojan bibre.

Şaredariyê bang li şêniyan kir ku avê zêde xerc nekin heta ku xebatên sererastkirinê bi dawî dibin.

(şx)

ANHA