Li kantonên Cizîr û Dêrazorê şehîd Bêrîtan hate bibîranîn

Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan li bajarên kantonên Cizîr û Dêrazorê civîn hatin lidarxistin.

22 cotmeh, 2024   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li bajarên kantonên Cizîr û Dêrazorê civîn hatin lidarxistin.

GIRKÊ LEGÊ

Kongra Star li Sendîkaya Karkeran a Rimêlanê ya li bajarê Girkê Legê civînek li dar xist. Bi sedan şêniyên bajêr û nûnerên saziyan tev li civînê bûn.

ÇILAXA

Kongra Star civînek li hola Navenda Çand û Hunerê ua Çilaxayê li dar xist. Şênî, endamên saziyên sivîl, xizmetguzariyê, meclisa bajêr, malbatên şehîdan, rûspî, endamê Kongra Star û nûnerên partiyan û hêzên leşkerî tev li civînê bûn.

TIL HEMÎS

Li Til Hemîsê jî Kongra Star civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên bajêr tê de hazir bûn.

Di civînan de behsa jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hate kirin û hate diyarkirin bi saya têkoşîna şehîdên mîna Bêrîtan, jin îro azad in. Her wiha soza şopandina têkoşîna şehîd Bêrîtan hate dayîn.

Di civînan de têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan sînevizyon hatin pêşandan.

HECÎN

Kombûna Jinan a Zenûbiya jî li hola Meclisa Ciwan û Werzîşê ya bajarê Hecînê civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan şênî, endamên komînan, nûnerên meclisên xwecih, saziyên sivîl, komîteyên jinan hazir bûn.

Di civînê de hevseroka Meclisa Gel a Hecînê Ayde El Colan û endamê Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê Xîtam Hedo axivîn û diyar kir ku şehadeta Bêrîtanê ji bo hêza jinan ku dikarin bi vîna xwe serkeftinê bi dest bixin, peyam e.

Her du axêveran bang li jinan kir ku li ser şopa şehîd Bêrîtan tê bikoşin da ku serkeftinê bi dest bixin û di civakê de bi awayekî çalak bi rola xwe rabin.

(şx)

ANHA