Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn

Helbestvan Cegerxwîn di salvegera 40`î ya koça dawî de li Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê û li Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol hate bibîranîn.

Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
22 cotmeh, 2024   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê bi sernavê "Dîroka helbestvanê Kurd Cegerxwîn" li navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê semînerek da.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û partî tev li semînerê bûn ku ji aliyê endamê malbendê Hemşîd Şêxo ve hate birêvebirin.

Cegerxwîn, navê wî yê rastî Şexmûs Hesen Mihemed’e, di sala 1903’yan de li gundê Hesara girêdayî navçeya Kercosê ku we demê giredayî bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bû, ji dayik bû. Piştî ku di temenekî biçûk de bavê wî çû ser dilovaniya xwe, xwîşka Cegerxwîn ew bir cem xwe. Dema ku ew hîn 11 salî bû, di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, bi malbata xwîşka xwe re Bakurê Kurdistanê terikand, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û bû penaberê li ser xaka xwe. Ew li Amûda yê girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Li wê derê dayîka wî jî koça dawî kir.

Şêxo kurtejiyana helbestvanê nemir Cegerxwîn, taybetmendiyên wî bi bîr xist û got: "Lêkolîner bû û ji zanist û zanînê hez dikir. Di ciwantiya xwe dest bi nivîsê kir û karî bala cîhanê bikişîne doza kurd. Yek ji helbestvanên kurd ên herî girîng bû ku gelê Kurd şiyar kir ji bo ku li ber xwe bide.

Di semînerê de nivîskar û endamê malbendê Menan Xilîş û helbestvan Menan Heskolik axivîn û behsa rol û astengiyên li pêşiya helbestvanê nemir derketine kirin û diyar kirin ku helbestên şehîd Cegerxwîn ji bo civaka kurd û cîhanê tev da girîng in ji ber ku behsa rewş û dozên wan, girîngiya yekitiyê dike.

PÊŞANGEHA PIRTÛKAN A ŞEHÎD HEREKOL

Helbestvanê nemir Cegerxwîn di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de hate bibîranîn. Di merasîma bîranên de, bi dehan wêjevan, nivîskar û helbestvan hazir bûn.

Nivîskar, lêkolînerê kurd Salih Heydo axivî û got: "Şopdarên wêje û çanda kurdî, dizanin Cegerxwîn kî ye. Ew qîrîna li dijî zulmê û zordestiyê ye. Ji ber wê, helbestên wî, gihaştin gelê Kurd û di wan helbestan de peyamên girîng ragihandin gel."

Her wiha di merasîma bîranînê de helbesta wî ya herî navdar "Ez kî me" hate xwendin.

(şx)

ANHA

HELEB

QAMIŞLO