Têkçûna civîna Ereban û banga Rêber Abdullah Ocalan di rojnameyên erebî de

Civîna awarte ya dewletên Ereban tu guhertineke girîng di qada siyasî de bi dest nexist. Li aliyekî din banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bûye xaleke dîrokî di doza kurdî de.

Têkçûna civîna Ereban û banga Rêber Abdullah Ocalan di rojnameyên erebî de
5 adar, 2025   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê civîna bilind a nûnerên dewletên Ereban û banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan de nivîsîn.

‘TÊKÇÛNA CIVÎNA BILIND A EREBAN’

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa têkçûna lûtkeya awarte ya Ereban kir û wiha nivîsî: “Ji yekemîn lûtkeya Ereban heta vê lûtkeya awarte, tu tişt neguheriye; hemû welat li hember yek welatî ne. Ev koma welatan dixwazin giliyê welatekî bikin ku wî welatî kuştin û wêrankirineke mezin kiriye.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Trajedî ji her kesî mezintir e. Erebên biaqil, her dem lûtkeyek heye wan bîne ba hev, çi qas kareset mezin be jî. Ev ne civîneke awarte ye, lê lûtkeya domdar e. Me di destpêkê de got ji destpêka lûtkeyan ve ev dîmen heman dîmen e, hemû Ereb li dijî Îsraîlê ne. Ya rast li dijî Îsraîl û Amerîkayê ne, wekî çawa Netanyahu her roj dibêje. Niha tiştê tê xwestin ew e ku em di nava Ereban de li aqilmendiyê bigerin.”

‘BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN’

Rojnameya Asas Media wiha nivîsand: "Em nizanin çi di hişê Ocalan de derbas dibû dema ku wî ev dem hilbijart da ku hevserokên DEM Partiyê ku li Tirkiyê wek dengê Kurdan tê dîtin, peyama wî bi kurdî û tirkî bixwînin. Lê em bizanin ku ev dem dê bibe qonaxeke dîrokî û sembola pêvajoyeke siyasî, destûrî û ewlehî ya nû di dosyaya kurdî de li Tirkiye û herêmê.”

Rojnameyê her wiha diyar kir: "Atmosfera siyasî ya li hundirê Tirkiyeyê cuda ye. Di mijara pirsgirêka Kurd de di navbera Erdogan û Bahçelî de nakokî tune ne. Hêzên muxalefetê ji bo hevkarî û koordînasyonê amade ne. Tu desthilateke leşkerî li ser dosyayê nehatiye ferzkirin. Ocalan tişta li ba xwe got. Rola "lîstikvanê sêyemîn" ku bandorê li ser mijarê dike, gelekî kêm bûye. Çima Erdogan tevgerekê neke?”

(k)