Li Tişrînê 2 balafirên bêmirov hatin xistin

Li derdora bendava Tişrînê şervanan êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin û 2 balefirên bêmirov xistin xwarê.

Li Tişrînê 2 balafirên bêmirov hatin xistin
5 adar, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên 24 saetên derbasbûyî ên li derdora bendava Tirşînê, aşkera kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Duh (sêşem) balafirên şer ên artêşa dagirker gelek caran malên karkeran ên li bendava Tişrînê bombebaran kirin, di encamê de ziyanên madî çêbûn. Di dema bombebarana balafirên şer ên artêşa dagirker de, çeteyan li gundewarên bakurê bendavê li dijî nuqteyeke hêzên me êrişek kir, şervanên me bersiv da û pevçûn derket. Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat zanîn. Di pevçûnan de şervanên me 2 balafirên bêmirov ên çeteyan xistine xwarê û êriş têk bir.

Li eniya Qereqozaqê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên giran, tank, roketavêj û topên hawanan gundên El Tîna, Caada, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan û girên Sêvî û Qereqozaqê topbaran kirin. Zêdetirî 80 top li wan deveran ketin û ziyanên madî li mal û milkên şêniyan bûn.”