Tehran gef li Kîevê xwar: Êriş bê bersiv namîne

Tehran piştî ku keştiya wê li deryaya Qezwînê hat hedefkirin, gefa êrişê li Ukraynayê xwar û diyar kir ku "Êriş bê bersiv namîne."

Tehran gef li Kîevê xwar: Êriş bê bersiv namîne
26 tîrmeh, 2026   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Kîêvê duh keştiyeke bazirganiyê ya Îranê li deryaya Qezwînê kiribû hedef. Li gorî rayedarên Îranê di encama êrişê de deryavanek hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî êrişî bi ‘‘binpêkirineke mezin a peymana Neteweyên Yekbûyî‘‘ bi nav kir û anî ziman ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser daxwaza Îsraîlê ev êriş pêk aniye. Eraqçî  got "Ev bûyer dê bê bersiv nemîne."

Eraqçî ragihand ku wî ev bûyer bi rêya telefonê bi berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Kaja Kallas û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re nîqaş kiriye û daxwaz kiriye ku berpirsiyarên êrişê werin cezakirin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî gazî li berpirsê kar û barên Ukraynayê yê li Tehranê kir û peyama protesotyî pêşkêşî wî kir. Wezaretê destnîşan kir ku "Êriş wê bê bersiv nemîne."

(bb)