10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve

Îro salvegera 10`emîn a komkujiya taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo ye. Ev komkujî di encama teqîneke dijwar li kolaneke ku çûn û hatin lê pir e pêk hat. Di encamê de 62 welatî şehîd bûn û 177 jî birîndar bûn. Piştî 10 salan hîn jî ev komkujî di bîra şêniyan de ye, xelkê taxê jî bi peyama serkeftina jiyanê li beramberî terorê jinûvra tişta ku wêranbûye ava dike.

10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
10 salên komkujiya taxa Xerbî..şehîd tên bîranîn û jinûvra avakirin bi ser dikeve
27 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Îro salvegera 10`emîn a teqîna taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê ye. Di sibeha 27`ê Tîrmehê sala 2016`an de, nêzî saet 09:15`an çeteyên DAIŞ`ê kamyonek bombekirî di demekê de ku xelk berê xwe didin karê xwe, li kolana rêya Amûdê ku yek ji kolanên herî çûn û hatin lê heye teqand. 

Di encamê teqînê de 62 welatî ku di nav de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) hene şehîd bûn, 177 welatî jî birîndar bûn. Li kêlek vê bîlançoyê li cihê teqînê wêrankirinek mezin çêbû, gelek avahi, dikanên bazirganiyê û binesaziya herêmê zirar dît.

Ev di dîroka Qamişloyê de yek ji teqînên herî giran û xwînrêje, ji ber giraniya wê dengê teqînê li hemû taxên bajar hate bihîstin, dengvedana wê gihîşte bajarê Nisêbîn ê Bakurê Kurdistanê jî.

Ji ber teqînê bandorên mirovî û madî yên kûr derketin holê, bi dehan malbat zarokên xwe winda kirin, malbatên din jî zirar dîtin, ji malbatekê di yek carî de 9 kes bûn qurbanî.

Piştî derbasbûna 10 salan, hîn jî dîwarek li devera teqînê li cihê xwe maye, li ser wî dîwarî bi zimanê Kurdî navê Qamişlo û dîroka komkujiyê (27 Tîrmeh 2016) hatiye neqişandin, ew dîwar yek ji tişta ku şahidiya vê dîrokê dike ye.

ŞAHIDÊN KOMKUJIYÊ: SAL DERBASBÛNE BIRÎN MANE

Yek ji birîndarên teqînê Ferhan Izet Îbrahîm got: “Wê rojê wekî her rojê min saet 07:30`an dikana xwe vekir. Piştî 2 saetan anku nêzî 09:20`an teqîn rû da.”

Ferhan Îbrahîm wiha gotina xwe dewam kir: “Îro 10 sal bi ser wê bûyera herî jankêş ve derbas dibe, ew ji bo me rojeke reş û tarî ye. Teqîn gelek dijwar bû û hejmareke mezin ji cîranên me şehîd bûn, hinek malbat hemû ferdên wan winda bûn, hinek ji kesan ji ber teqînê nikarîbûn deriyên malên xwe vekin, di malên xwe de fetisîn.”

Îbrahîm got: “Piştî salekê ji bûyerê min dikana xwe sererast kir û vekir, hîn jî heta roja îro bandorên wêrankirinê li ser dîwaran xuyayî dike, niha jî xebatên jinûvra avakirina kolanê didomin.”

DAYÎKA ŞEHÎD: HÎN JÎ EW SIBEH LI PÊŞIYA ÇAVÊN MIN E

Dayîka Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Mihemed Hesen, Zibêda Ferhan hemû şehîdên teqîna Qamişlo bi bîranîn û wiha hûrgiliyên teqînê anî ziman: “Kurê min rojekê li mal û roja li pey wê li kar dima, wê sibehê min jê re taştê çêkir û ez li benda hatina wî bûm, ji nifşka ve dengê teqîneke dijwar hat, ez derketim kolanê min dûman û tozek ku xwe wisa bera ezman dide dît. Me yekser berê xwe da cihê teqînê û li wir min nas kir kurê min li cihê ku teqîn rû daye.”

Zibêda Ferhan got: “Devera teqînê ji ber qelebalixê, dûmanan dijwar û cenazeyên li erdan gelek tevlîhev bû, xelk hev nas nedikirin, hemû jî li zarok û xizmên xwe digeriyan, ambulansan jî şehîd û birîndar radikirin nexweşxaneyan.”

Zibêda ev yek anî ziman: “Tevî derbasbûna 10 salan hîn jî ew birîn di bîra me de ye, di wê rojê de xwîna zarok, rûsipî û ciwanan kete nava hev de, tax gelek cîran û hevalên xwe winda kirin, malbatek 9 ferdên xwe winda kirin.”

BÎRANÎN DIMÎNIN.. PEYAM JÎ JINÛVE AVAKIRIN DIDE

Tevî kûrahiya talan û wêrana ji ber teqînê, taxa Xerbî hêdî hêdî vegeriya jiyanê. Şênî jinûvra avahi û dikanên xwe yên bazirganiyê sererast dikin, bi vê gavê peyama girêdana xwe ya bi jiyanê û redkirina teslîmiyeta li beramberî terorê tê dayîn.

Şêniyên Qamişlo vê salê amadekariyên li dar xistina merasîmê bîranînê bi awayeke navendî li cihê teqînê dikin, di merasîmê de wê soza berdewamkirina rêya şehîdan bê danîn.

(sb)

ANHA