Koçberên Şehbayê daxwaza vegera ewle dikin

1350 malbatên ji Şehbayê ku di navbera salên 2013-2018-2024’an de koçber bûne, dixwazin bi awayekî ewle vegerin malên xwe.

Koçberên Şehbayê daxwaza vegera ewle dikin
27 tîrmeh, 2026   07:55
QAMIŞLO

Hezar û 350 malbatên ji Şehbayê ku di navbera salên 2013-2018-2024’an de ji Şehbayê koçber bûne û niha li herêmên Cizîrê û Kobanê dimînin, dixwazin bi awayekî ewle vegerin malên xwe. 

Yek ji xalên girîng ên Peymana 29’ê Çileya 2026’an ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, vegera koçberan e.

Heta niha piraniya koçberên Efrînê vegeriyan warê xwe û niha amadekariya vegera koçberên Serêkaniyê jî tê kirin.

Yek ji herêma ku gelê Kurd jê koçber bûye jî Şehba ye. Bi hezaran şêniyên Şehbayê di navbera salên 2013-2018 û 2024’an de koçberî herêma Cizîrê û Kobanê kirine.

Li herêmên Cizîrê û Kobanê hezar û 350 malbatên ji Şehbayê dîmînin. Ji van malbatan 700 li bajarê Qamişloyê, 300 li Hesekê û 350 jî li Amûdê, Dêrik û Kobanê dimînin.

Ji 700 malbatên ku li Qamişloyê dimînin 210 malbat li dibistanan cih bûne.

Li gorî agahiyên me ji Meclisa Sivîl a Şehbayê girtine, dewleta Tirk piraniya çekdarên xwe (Emşat, Hemzat û Sultan Murad) li Şehbayê bi cih kirine. Ev çekdar bi keyfî tev digerin, kengî dixwazin ciwanan digirin û êrişî gel dikin. Baweriya gel bi çekdaran tune ye.

Lewma gel dixwaze bi hêzên xwe yên parastinê (Cebet Ekrad) re vegere.

Her çendî hikumeta demkî ji bo vegera Cebet Ekrad pirsgirêkan dernaxe jî, lê dewleta Tirk astendiyan çêdike.

(bî)

ANHA