Tehran bi Ewropayê re danûstandinan dike, kendavê jî kareseteke jîngehê ditirse

Rojnameyên erebî diyar kir ku dewletên kendavê bi tirs in ku her êrişeke Îsraîlê li ser dezgehên nukleerî yên Îranê dê bibe sedema karesateke jîngehê. Rojnameyan îşaret bi vê yekê kir ku Tehran ji nû ve dest bi danûstandinên bi Ewropiyan re dike.

Tehran bi Ewropayê re danûstandinan dike, kendavê jî kareseteke jîngehê ditirse
21 hezîran, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de geşedanên berfirebûna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de nirxandin û bal kişand ser encamên êrişeke muhtemel ya Îsraîlê ser navendên nukleerî, her wiha tirsa welatên Kendavê bi taybetî Erebistana Siûdî ji vê yekê.

Rojnameya El Ereb a Londonê, diyar kir ku Dezgeha Nukleerî û Radyolojiyê ya Erebistana Siûdî piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî cihekî nêzîkî dezgeha Buşehir, duh (Înê) ragihand ku her êrişeke çekdarî li ser navendên nukleerî yên sivîl binpêkirina yasayên navneteweyî ye.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku "helwesta Erebistana Siûdî tevî forma wê ya yasayî jî, peyamek eşkere ye ku ew naxwaze ewlehiya herêmê bi taybetî herêma Kendavê têkeve metirsiya belavbûna radyoaktîf. Ji xwe Erebistana Siûdî heta niha pala xwe dide hewldanên dîplomatîk û xwe weke bêalî nîşan dide."

Rojnameyê diyar  kir ku daxuyaniya Dezgeha Nukleerî û Radyolojiyê ya Erebistana Siûdî  nîşan dide ku dewletên Kendavê ditirsin ku gurbûna aloziyê bibe sedema karesatek jîngehê, bi taybet piştî hişyariyên serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Rafael Grossi, dema got ku her êrişek li Santrala Buşehrê  dikare bihêle ku hijmareke mezin ya radyasyona nukleerî birije. Her wiha da zanîn ku dê hewce bike ew dever bêne valakirin yan dermanê iyotê li wan belav bikin.

Di heman çarçoveyê de rojnameya El Quds El Erebî ragihand ku tevî ziyanên mezin ên ku ji ber êrişa Îsraîlê ya dawî  li ser santrala Natenzê  û çend cihên leşkerî de çêbûnejî, lê Îranê lez da ku kanala danûstandinan a bi Ewropayê re çalak bike.

Rojnameyê da zanîn ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Cinêvê ye da ku bi rayedarên Ewropî re bicive û hewl bide tişta mayî xilas bike. Hate gotin, ji ber ku Îranê têgihişt ku Washingtonê bi Îsraîlê re hevkarî kir û berî tora duyem ya danûstandina, dest bi êrişê kir.

Rojnameyê diyar kir ku Tehran ji ber mezinahiya êrişê matmayî maye, hewl dide ku vegere ser maseya danûstandinan da ku zextên leşkerî sivik bike. Lêbelê, helwesta Ewropî hîna jî ne zelal e, bi taybet ber ku hin dewletên Ewropî yên alîgirê Îsraîlê hene, her wiha Birîtanya jî dibêje eger şev berferh bibe ew piştgirî bide.

(k)