Artêşa Îsraîlê li baregehên Hizbullahê xistin

Hêzên deryayî yên artêşa Îsraîlê li baregehên Hizbullah ên derdora Naqûra ya başûrê Lubnanê xistin.

Artêşa Îsraîlê li baregehên Hizbullahê xistin
21 hezîran, 2025   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê yên deryayê di saetên şevê de li baregehên Hizbullahê yên derdora Naqûra ya başûrê Lubnanê xistin.

Di daxuyaniya artêşê de ev agahî hatin parvekirin "Keştiyeke hêzên deryayî yên Îsraîlê di saetên şevê de li baregeheke Hêza El Redwan a Hizbullahê da. Ev baregeh ji bo pêkanîna êrişên terorîst li dijî welatiyên Îsraîlê dihat bikaranîn."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz duh (În) li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û got, "Eger Hizbullah ji bo piştgiriya bi Îranê de êrişî Îsraîlê bike, wê êdî nemîne."

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim roja Pêncşemê gotibû ku "koma Lubnanî li hember vê êrişa hovane ya Îsraîl û Amerîkayê wekî ku guncaw dibîne, tevdigere."

Rayedarên Hizbullahê hefteya borî ji Reutersê re gotibûn, niyetên Hizbullah tune ye ku êrişî Îsraîlê bike.

(bb)