SOHR: 13 kes hatin kuştin
Li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 13 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 13 kes hatine kuştin.
Li gorî SOHR’ê, li derdora bajarokê Tîba yê gundewarê Derayê kesek bi mebesta"rakirina heyfê" hat kuştin, li bajarê Tefesê jî di pevçûneke malbatî de 3 kes hatine kuştin.
Li bajarê Idlibê, ji ber nakokiyên malbatî, fermandarekî hêzên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li pêşiya mala wî hat kuştin.
Li bajarê Selheb ê gundewarê Hemayê kesek bi tawana ku bi rejîma Baasê re tevkarî dikir, hat kuştin. Li ser rêya gundê Beyda yê Banyasê jî Elewiyek ji aliyê çekdaran ve hat kuştin.
SOHR’ê da zanîn ku li devera Xan El Esel a gundewarê Helebê bi ser kesên ku bazirganî bi madeyên qedexekirî dikirin de hate girtin û du kes hatin kuştin, li bajarokê Til Eranê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanek qetil kir.
Li Siwêdayê jî zarokek keçîn dema bi çekê dilîst, çek pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da, li nêzî çerxerêya Sehwa Xidir jî cenazeyê jinekê hat dîtin. Her wiha li bajarokê Hefîra Jorîn ê gundewarê Şamê ji ber pevçûna di navbera ciwanan de kesekî jiyana xwe ji dest da.
(bb)