Tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û 7 dronên xwekuj hatin xistin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê di êrişên komên çete yên roja 3ˊyan de tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin, 7 dronên xwekuj hatin xistin û bi dehan çete hatin kuştin.

Tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û 7 dronên xwekuj hatin xistin
8 ÇILE, 2026   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di bersivdana êrişên komên çete yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatine rûxandin û 7 dronên xwekuj hatin xistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me bi sekneke lehengî û berxwedêrî bersiva êrişên berfireh ên komên çekdar ên hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didin, zirarên mezin gihandin wan û cebilxaneyên wan.

Berbanga îro, piştî 3 rojan ji êrişên bênavber ên bi tank, mûşekên grad û tevahî çekên giran, wan koman êrişên xwe yên hovane û berfireh li dijî tevahî taxan û derdora wan zêde kirin. Ev hewldana wan bi armanca tirsandina şêniyan û valakirina herêmê bi darê zorê ye.

Piştî van êrişan, komên êrişkar bi 60 tankan- panzeran, bi dehan wesayîtên leşkerî û bi hezaran çekdaran û piştgiriya dronan hewl da bi pêş de werin.

Lê ev êriş, rastî berxwedaneke lehengane û birêxistinkirî ji hêla hêzên me ve hatin, nexasim li eniyên Eşrefiyê, Kastîlo, êrişkar hatin tunekirin, reviyan, tankek, 5 wesayîtên leşkerî û 7 dronên xwekuj hatin xistin û gelek kuştiyên wan çêbûn.

Ev sekna lehengane amadekariya hêzên me û biryardariya wan a parastina welatiyan û taxan li hember êrişên sîstematîk nîşan dide.

Em hikumeta Şamê û tevahî aliyên girêdayî wê berpirsiyara tevahî ya van êrişên hovane û bandorên wan dibînin û diyar dikin ku mafê me ya parastina rewa heye ku gel û taxên xwe bi tevahî rêbazên rewa biparêzin."

(fr)