Suryan û Ermen: Hevpeymana civakî vejîn e

Suryan û Ermenên beşdarî pêvajoya nivîsandina Hevpeymana Civakî bûne, destnîşan kir ku hevpeyman mafên hemû pêkhateyên welat diparêze. Her wiha diyar kirin ku erêkirina hevpeymanê ji bo gelên herêmê vejîn e.

Suryan û Ermen: Hevpeymana civakî vejîn e
15 kanûn, 2023   03:49
REQA
EHMED EL ESAF

Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12`ê Kanûna 2023`yan Hevpeymana Civakî erê kir.

Hevseroka Yekitiya Ciwanên Pêşverû ya Sûriyeyê û endama Meclisa Qanûnsaz a parêzgeha Cizîrê Meryana Îsa têkildarî hevpeymanê ji ajansa me re wiha axivî: "Projeya demokratîk a konfederal bingeha Hevpeymana Civakî ye, anku her kantonek serbixwe ye. Lê belê bi şiklekî demokratîk ku bi rêya pergala civakî ya ku sazûmaniya Rêveberiya Xweser wê diyar dike, ji komînê bigire heta bigihêje meclisên gelan ên demokratîk.”

Meryana wiha domand: “Di performansa  bingehîn de parastina  mafên hemû pêkhateyan heye û her  sê zimanên fermî yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk suryankî, erebî û kurdî ji bo pêkhateyên herêmê girîng in, ji bilî çand, bawerî û olan, behsa azadiya  pêkhateyên din ên mîna Tirkmen, Çeçan û Çerkesan dike."

Meryana diyar kir ku hevpeyman tevahî pêkhateyan diparêze û azadiya her kesê li herêmê misoger dike.  

Nûnerê pêkhateya Ermen ê Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armîn Mardoyan jî got: "Bendên Hevpeymana Civakî hevgirtina civakî û neteweya demokratîk bi hemû pêkhateyên wê bêyî dûrxistina tu pêkhateyekê, bi pêş dixe." 

 Armîn Mardoyan diyar kir ku Hevpeymana Civakî ji bo gelên herêmê vejîn e.

(şx)

ANHA