‘Dorpêça hikumeta Şamê metirsiyên mezin çêdike’

Cemal Reşîd diyar kir ku eger dorpêça li ser Şehbayê dewam bike, dê pêdiviyên gel ên jiyanî yên bingehîn jî qut bibin û dê bibe sedema krîzên jiyanî.

‘Dorpêça hikumeta Şamê metirsiyên mezin çêdike’
15 kanûn, 2023   04:50
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê ji ajansa me re axivî.

Cemal Reşid diyar kir ku ji despêka koçberiya gelê Efrînê û heta niha dorpêçek ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve li ser herêmê heye û wiha got: “Ji 6 salan ve gelê herêmê bi dorpêça hikmeta Şamê re rû bi rû dimîne û her tim bi hatina demsala zivistanê re dorpêçê girantir dike. Hemû pêdiviyên ku gel pê jiyana xwe derbas dike, li herêmê nayên peydakirin. Wekî havînê di kampan de germahî zêde ye û zivistanê ji ber baran û sermayê zehmetî tê kişandin. Ji ber ku tu rêyên din nîn in, ji bo wê dema ev rê jî tê girtin encamên giran derdikevin holê. Yek ji pêdiviyên gel ên bingehîn sotemenî ye. Lê sotemenî jî dibe amûreke şerê taybet. Bi taybet di van demên dawîn de sotemenî bi temamî li ser herêmê hatiye qutkirin û gelê ku ev bû 6 sal li kamp û kantona Şehbayê li ber xwe dide, ji bo wan zehmetiyeke mezin e. Lê belê berxwedana gel me li hemberî dorpêçê bi hêz e."

Reşîd bal kişand ser bandora dorpêçê ya li ser rewşa tenduristiyê li Şehbayê û got: “Li herêma Şehbayê tekane nexweşxane ya Avrîn e. Lê ji ber dorpêçê nexweşxane di rewşên giran re derbas dibin. Ji ber nebûna sotemeniyê elektrîka nexweşxaneyan kêm dibe û hin beşên nexweşxaneyê li ser elektrîkê kar dikin. Her wiha bi hatina demsala zivistanê re nexweşiyên sing û şewbên zivistanê, bi taybet li ser zarokan zêde dibin. Lê dîsa jî nebûna sotemeniyê dibe astengiyeke mezin ku her kes nikare xwe bigihîne nexweşxaneyê. Her wiha tenduristiya gelê Efrîn û Şehbayê jî di nava metirsiyek mezin de ye. Di hêla tunebûna derman û bihabûnê de jî gel gelek zehmetiyan dikişînin.”

JI BER DORPÊÇÊ XWENDEKARÊN ME JI PERWERDEYÊ MEHRÛM IN

Reşîd anî ziman ku dorpêça hikmeta Şamê bandoreke neyînî li ser qada perwerdeyê jî kiriye û wiha got: "Ji ber dorpêça hukmeta Şamê zarokên me ji perwerdeyê jî bê par mane. Ji ber dorpêça li ser herêmê, gelek zarok û mamoste ji navçeyan derbasî navçeyan da ku perwerdeyê bidomînin. Lê ji ber qutkirina sotemeniyê mamoste û zarokên li navçeyan nikarin werin dibistanên xwe.”

BANDORA DORPÊÇÊ HERÎ ZÊDE LI SER XIZMETGUZARIYÊ YE'

Cemal Reşîd diyar kir ku ji ber dorpêçê piranî xebatên xizmetguzeriyê hatine rawestandin û dorpêçê bandoreke mezin li ser xebata şaredariyê kiriye û got: “Li Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê gelek xebatên xizmetguzeriyê hatine rawestandin û ev yek jî bandoreke xerab li herêmê dike. Bi teybet di nava kampan de eger karê paqijiyê bi rojane dewam neke, wê rê li ber xetere û nexweşiyên cur be cur veke. Di aliyê firin û avê de jî sotemeniya ku ji aliyê rêveberiyê ve ji bo van beşan hatibû dabeşkirin, dike biqede. Eger ev dorpêç dewam bike dê yek ji pêwîstiyên gel ên bingehîn ên jiyanê, nan û av jî werin qutkirin. Her wiha ji 23'yê Mijdarê ve elektrîk li ser gel hatiye qutkirin. Eger di demeke nêz de ev dorpêç neyê rakirin dê karesatên mezin bi xwe re bîne.”

Cemal Reşîd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li herêma Şehbayê dê her tim bi gelê xwe re be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî wek rêveberiyên vê herêmê, her tim li kêleka gelê xwe ne. Ji bo wê me rewşeke seferberî li herêmê ragihand da ku pêdiviyên gel bên dabînkirin.”

ANHA