Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê tên xwendin-Hêvîdar XALID

Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê tên xwendin-Hêvîdar XALID
15 kanûn, 2023   02:47

Di 10′ê Cotmeha îsal de akademisyen, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyas, parlamenter, çalakgerên têkoşer, fîlozofên xelata Nobelê ya aştiyê wergirtine, nûnerên rêxistinên jinan û gelên herêmê yên ji tevahî cîhanê pêngava cîhanî ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ da destpêkirin".

Pêngav li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi daxuyaniyekê hate destpêkirin û dûre li 74 dewletên li seranserî cîhanê daxuyanî hatin xwendin. Hejmara 74 jî nîşaneya temenê Rêber Abdullah Ocalan e. Li kêlek wê jî li dewletên Ewropayê jî daxuyanî hatin xwendin. Li welatên weke Bangladeş, Pakîstan, Tokyo, Japonya, Hindistan, Kenya, Afrîkaya Başûr, Amerîkaya Latîn û bi dehan navendên din ên cîhanê daxuyaniya piştevaniya pêngavê hat xwendin. Ji hêla tevahî beşên civakê ve ew pêngav bi coşeke mezin hate pêşwazkirin. Di pêngavê de nivîskar, rewşenbîr, rojnameger, nûçegihan, sendîqayên ciwanan, rêxistinên jinan, kesayetên bibandor û navdar ên di civakên rojava, ereb û Afrîkayê de beşdar bûn û piştgiriya xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman ku ew di oxira pêkanîna azadiyê de tê dikoşe.

Ji dema pêngava cîhanî hatiye destpêkirin ve, çalakiyên curbecur, panel, forum û komxebat hatin lidarxistin. Naveroka wan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên bi bnga azadiyê û têkoşîna di oxira pêkanîna pergala demokratîk ku tê de ewlehî û azadî ji tevahî gelên bindest ên li cîhanê re heye bûn. Êdî fikrên Rêbertî ji bo xelasiya gelan ji siyasetên pergalên kapîtalîstê ye. Ji ber ku êdî ev pergal bûne jêderên çêkirina şer û girêkirina wan û pirsgirêkên bingehîn di civakan de çêdikin.  Di pêngavê de bal li ser siyasetên tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kişandin û hate diyarkirin ku pêwîstî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye û divê çareyeke siyasî û adilane ji doza Kurd re bê dîtin.

Di çarçoveya pêngavê de dostên Kurdan di 10′ê Kanûnê de bi sernavê ′Rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan pêngavek li navendên navneteweyî da destpêkirin û heta 14′ê Kanûnê bi dawî dibe. Ji wan navendan Almanya, Fransa û Îtalyayê jî hene. Di wê pêngavê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi 16 zimanan tên xwendin, her wiha beşên ji parêznameyan jî tên xwendin, li kêlek wê jî fikrên wî û banga azadiya wî ya fîzîkî ya tavilê hatin nîqaşkirin.

Xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û hin komên ku beşdarî pêngava “Diyaloga bi Ocalan re” bûne sernavê semîner û nîqaşan, weke gaveke bibandor û însiyatîfeke hêja hate nirxandin. Ji lew re divê pêşwaziyeke mezin û berfireh bê kirin û teqezî li ser pêkanîna û xebata têkildarî wê hebe, bi taybet xwendin û nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîn û berxwedana di oxira pêkanîna wê di jiyanê de ye û erka li ser tevahî bangawazên mirovî û tevahî dijberên siyasetên pergala globalî ye li ser zulm û xwînrijandina gelan hatiye avakirin e.

Îro fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava tevahî gelên cîhanê de belav bûne, lê hîna jî rejîmên împiryalîst der barê îşkence û tecrîda li dijî Rêbertî de bê deng in, da ku berjewendî û xizmeta ajandeyên xwe biparêzin.

Di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de bingeh, rêgez û pêşniyarên ji bo çareserkirina tevahî krîzên li ser rejîmên navneteweyî û cîhanê asteng bûne, hene. Bêyî parêznameya wî ku di girtîgeha xwe ya Îmraliyê de bi navê ′Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk  bi 5 beşên wê tu çareserî ji xelaskirina herêmê ji tevahî aloziyên nakokî, etnîkî, mezhebî û nijadî re tune ne. Projeya wî ya demokratîk êdî rêveçûn û çareseriya herî guncaw ji tevahî krîzên li Rojhilata Navîn re asê mane, ye. Îro jî dewletên mezin , ji demekê ve li pêş destkeftiyên li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine, matmayî mane. Ji ber ku vê herêmê xwe spart projeya Rêbertî.

Alozî û krîzên siyasî yên îro li dewletên mîna Sûdan, Filistîn û Sûriyeyê rû didin, bi projeya neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan çareser dibin. Rêbertî di wê projeyê de banga wekhevî û tevlîkirina hemû pêkhate û komên li van welatan di navendên biryardanê de bêyî ku tu pêkhateyan ji wan dûr bikeve, kir. Ew jî çareya rast û mentiqî ye ku xwe di vê demê de li tevahî cîhanê alozî heye, ferz dike.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya dawîn de rejîma niha bi şeklê  ′Pergala serdest çirûskek hêviyê jî nade we, we mirov nahesibîne, pirsgirêkên herî hêsan ên nasnameyê jî ferq nake û nikare çareser bike. Ya ku divê hûn bikin, wekî mirovek ev e ku hûn zanibin ka meriv çawa hêvî û hurmeta xwe bi karîgeriya afirandina pergala xwe ve girê dide. Wekî din, ya ku li ser sifra guran li benda te ye, ne bermayiyên hestî ye, belkî tu bi xwe bibî nêçîr′ wesif dike.

Tevî wê jî, îro sûc û binpêkirinên dermirovî yên herî hovane li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin, piştî ku ji raya giştî hate dûrxistin, hevdîtinên malbat û parêzeran jî ji 7 salan ve qut e. Bi wê yek AKP′ê tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike. Li dijî Rêbertî tecrîdê giran dike, cezayên dîsplînê ferz dike, da ku fikrên wî ji cîhanê derve bi temamî werin qutkirin.

Îro jî gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê, li girtîgeh û qadên Ewropa, bi taybet jin û dayikên Kurd serî hildidin. Da ku pêngava cîhanî ya dostên gelê Kurd di 10′ê Cotmehê dane destpêkirin bi ser bikeve.

Rêber Abdullah Ocalan ji 24 salan ve ragirtî ye û ji 3 salan ve bi armanca şikandina vîna gelê Kurd tecrîdeke giran li ser hatiye ferzkirin. Lê bi serketina pêngava 10′ê Cotmehê û dewama têkoşeran di parastina dozên gelên xwe de ev siyast ber bi têkçûyînê ve ne. Ji lew re divê tecrîd û qeydên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine ferzkirin werin şikandin û xebata li ser gihandina doza gelê adilane ji tevahî cîhanê re were kirin. Da ku aştî belav be û tevahî dilên azadîxwazan li xaka şaristaniyên kevnar û dergûşa mirovahiyê ya l Rojhilata Navîn de ji nû ve lêde.

(fr)