Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê

Çerxa avê yê gundê El Etala di sala 1930’an de li qiraxa çemê Xabûrê hatiye çêkirin. Berê çavkaniya jiyana çandiniyê ya gund bû, lê îro ev çerxa avê li ber xetereya windabûnê ye.

Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê
Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê
Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê
Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê
Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê
Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê
Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê
Şûnwarekî dîrokî yê li ber hilweşînê
6 adar, 2025   06:05
HESEKE
XIDIR FEYAD

Çerxa avê di sala 1930’an de li gundê El Etala yê bajarê Şedadê yê girêdayî kantona Cizîrê hatiye çêkirin.

Di borî de çerxa avê ya El Etala xwedî roleke sereke bû di avdaniya zeviyên çandiniyê yên li kêleka çemê Xabûr de, ji ber ku bi dehan malbatan avê avdaniyê ji wê çerxê peyda dikir.

Gundî dibêjin ev çerxa avê amûreke bibandor bû ji bo avdana zeviyan ku bû sedema geşbûna çandiniyê li herêmê, bi taybet çandina genim, ceh, pembû û zebeşan.

Rola çerxa avê tenê bi dabînkirina avê re sînordar nebû, lê ew di heman demê de hêza karkirina aşekî kevirî bû ku bi çerxa avê ve girêdayî bû û wî aşî genimê zêdetirî 13 gundên cîran dihêrand, lewma ew bûbû beşeke bingehîn a jiyana aborî ya herêmê.

Ferec El Elî yek ji niştecihên gundê El Etala ye, dibêje ev çerxa avê yek ji cihên herî diyar ên herêmê bû. Lê îro, bi pêşketina teknolojîk û derketina pompeyên nûjen ên avê re, rola wê ya derxistina avê û avdaniyê kêm bûye, niha bûye mîrateyeke çandî, lê hatiye paşguhkirin.

Tevî nirxa dîrokî û çandî ya çerxa avê, lê niha li ber hilweşîn û xirabûnê ye, ji ber ku bi salan e nehatiye sererastkirin, her wiha ji ber sedemên xwezayî hin parçeyên wê hilweşiyane.

Aşê kevirî yê ku gundiyan çêkiribû jî îro nemaye, lê çerxa avê hê jî li cihê xwe ye, wekî şahida serdema ku çemê Xabûrê damara jiyana herêmê bû û çavkaniya sereke ya avê bû. Lê ev rewş di nav salan de guherî. Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ku bi zanebûn ava piraniya çemên ku di Sûriyeyê re diherikin birî. Vê kiryarê bandoreke mezin li ser jîngeh û jiyana çandiniyê ya herêmê kir.

(k)

ANHA