Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin

Jinên sûriyeyî her tim bûne stûna bingehîn a avakirina civakê, ji şahbanûyên wekî Zenûbiya û Julia Domna, heta şoreşger û têkoşerên ku li hember dagirkerî û stemkariyê rawestiyane. Lê rêya wan ne hêsan bû û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane, di krîza Sûriyeyê de gihaştine lûtkeyê.

Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
Jinên Sûriyeyê têkoşer û şoreşgerbûn niha li Sûriyeyê têne paşguhkirin
6 adar, 2025   03:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên ji Sûriyeyê ji şaristaniyên kevnar heta serdema nûjen di gelek qonaxên dîrokê de roleke girîng lîstiye. Di siyaset, çand, civak û şoreşan de bi xurtî cih girtin û di hemû serdeman de bûn alîkar ku Sûriyeyê ava bikin.

Sûriye her tim bûye warê şaristaniyan, dergûşa afirîneriyê û warê jinên ku serwer bûne û dîrok çêkirine. Şahbanûyên herî navdar ku ji demên kevnar ve li Sûriyeyê desthilatdarî kir kî ne û di kîjan serdemê de derketin?

Şems-îlî (BZ 2330)

Şahbanû Şems-îlî hakima bajarê kevnar Ebla bû (gundê Tel Mardix ê li Idlibê) sala 2330 berî zayînê. Yek ji bihêztirîn padîşahiyên li Şamê bû û navendeke girîng a bazirganî û çandî bû. Agahiyên dîrokî der barê wê şahbanûyê de kêm in, lê tê gotin ku ew di dema xwe de bûye şahbanû yan jî hevjîna şahekî Eblayê bû. Di jiyana siyasî de rokeke wê ya girîng hebû, di serdema wê de padîşahî pir geş bûye û bi pêş ketiye.

Julia Domna (193 - 217)

Şahbanû Julia Domna ji bajarê Homsê bû û hevjîna împaratorê Romayê Septimius Severus bû û di siyaset û çandê de xwedî bandorek mezin bû. Bi qasî 24 salan li pişt perdeyê hukim kir.

Julia Maesa (218 - 224)

Julia Maesa xwişka Julia Domna ye, 7 salan li Împaratoriya Romayê hikum kir û ji ku malbata xwe vegerîna ser desthilat Romayê rolek diyarker lîst, ew yek ji jinên herî girîng di dîwana împaratoriyê de tê naskirin. Piştre di serdema 222-235 piştî Zayînê de keça wê Julia Mamia şûna wê girt, desthilatdriya wê 13 salan dirêj kir.

Zenûbiya (267 - 272)

Şahbanû Zenûbiya yek ji şahbanûyên Sûriyeyê yên herî navdar e ku serwerî li Palmîrayê kiriye. Di sala 258'an piştî Zayînê de Zebûnbiya bi qralê Palmîrayê Septimius Odaenathus re zewicî û piştî ku mêrê wê hat kuştin, bû şahbanû û dest bi serweriya welatê xwe kir. Zenûbiya sînorên welatê xwe berfireh kir ku Iraq, Filistîn û Misirê girte nav xwe. Zenûbiya serweriya Romayê qebûl nekir û serxwebûn xwest, ku bû sedema xirabbûna têkiliyên wê û Romayê.

Romayê di sala 272’yan de li dijî Palmîrayê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Piştî şerekî dirêj Zenûbiya ji aliyê Romayiyan ve dîl hat girtin. Di berdêla “Palmîra xira neke” de êsîrî qebûl kir. Ji bo pîrozkirina serkeftina xwe, romayiyan Zenûbiya zincîr kir û ew xist qefesê û xwest wê bi vî rengî nîşan bidin û bibin Îtalyayê. Lê Zenûbiya ji ku nekeve wê rewşê jehr vexwar û dawî li jiyana xwe anî.

Deyfa Xatûn (1186- 1242)

Deyfa Xatûn şahbanûya Helebê keça qiral Necimeldîn Eyûb e, xwedî kesayeteke bi hêz bû, mezlûman her dem xwe lê digirtin. Xatûn şêwazê giştî yê Heleba berê û ya niha nexiş kir.

Di vê raporê de em ê balê bikişînin ser şahbanûya Kurd Deyfa Xatûn a ku 6 salan ji sala 1236'an heta 1242'yan de bajarê Helebê bi rêve biriye.

Deyfa Xatûn di sala 1186'an de li keleha Helebê ji dayik bûye. Li wir bavê wê qiral, Seyfeldîn Ebû Bekir Mihemed kurê El-Şikir Eyûb kurê Şazî kurê Yaqûb dijiya. Ji ber mêvanekî bavê wê hebû, wî navê keça xwe kir Deyfa, êdî Deyfa bû keça qiral, hevjîna qiral El-Zehir Xazî û dayika qiral.

JINÊN SÛRIYEYÎ DI ŞOREŞ Û TÊKOŞÎNA NETEWEYÎ DE

Jinên Sûriyeyî ne dûrî têkoşînê bûn, çi di berxwedana li dijî dagirkeriyê de, çi jî di piştgirîkirina “şoreşgeran” rola wan Şoreşa Mezin a Sûriyeyê ya 1925-1927’an pit girîng bû û navê wan di rûpelên dîrokê de cih girt.

Nazik El Abid  (1887- 1959)

Nazik El Abid yek ji jinên Sûriyeyî bû ku li dijî dagirkeriya Fransî têdikoşiya, di sala 1920-an de li kêleka Yûsif El Azme beşdarî şerê Meyselûnê bû. Ew jina tekane bû li wî şerî de, paşê Komeleya Nûr El Feyha avakir ji bo piştgiriya jinên ciwan.

Rewşen Bedirxan (1909 – 1992)

Rewşen Bedirxan di 11’ê Tîrmeha 1909’an de li Kayseriyê hat dinê. Malbata wê surgunê Kayseriyê bibû. Rewşen a li surgunê hat dinê û mezin bû di 1913’an de bi malbata xwe re li Salihiyeya nêzî Şamê bi cih bûn. Bi hewldana malbata xwe bi çand û zimanê xwe mezin bû. Dayika wê dixwaze ku Rewşen bibe mamoste lê ew rojnamegeriyê dixwaze. Piştre dibêje her du pîşeyan bikim û Dibistana Mamostetiya Erebî diqedîne. Di 1925’an de wek mamosteya Erebî dixebite. Demekê jî li dibistanê rêvebertiyê dike. 

Rewşen di 1929’an de bi mêrekî Ereb ê bi navê Omer Madan re dizewice. Piştî vê zewacê jî bi Celadest Bedirxan re dizewice. Di berhemên Rewşenê de bandora hevjînê wê Celadet Bedirxan çêdibe. Rewşen bi Celadet Bedirxan re Kovara Hawar a Kurdî derxistiye û di heman demê de yekem jina kurd a ji Kovara Hawar re bi tîpên Latînînî nivîsiye ye.

Rewşen di 1934’an de tevlî xebata Komeleya Yekîtiya Jinan dibe lê di 19452'an de di Kongreya li Kahîreyê hat kirin de ji xebatan vediqete. Di 1951’ê de ji Tirkî du çîrokan werger dike. Ya yekem bi ser navê ‘Bîranînên jinekê’ tê çapkirin a duyem jî bi navê ‘ Evîn û Kesera min’ tê weşandin.

Munîra El Salih

Munîra El Salh weke şoreşgereke siyasî dihat naskirin û yek ji wan jinên ku di tevgera siyasî de li dijî dagirkeriya Franseyê cih girtibû ye, li Şamê çalak bû, pişgiriya şoreşê kir, xwenîşandanên jinan birêxistin dikir û heta dawiya şoreşê xebatên xwe yên siyasî berdewam kir.

Sureya El Hafiz  (1911- 2000)

Sureya El Hafiz yek ji wan jinên yekem bû ku pêşengiya xwepêşandanên ji bo mafên jinan li Sûriyeyê kir, wê Foruma Çandî ya Sakîne ava kir, ku yekemîn kombûna jinan a çandî û siyasî bû li Sûriyeyê, yek parêzvanên ji bo mafê dengdanê û beşdariya siyasî ya jinan bû.

Fayza El Xetab  (1925- 1992)

Fayza El Xetab yekem jina Sûriyeyî bû ku bû dadwer, ew serkeftinek dîrokî bû di civakekê de ku zilam di warê yasayî de serdest bû. Ji bo pêşxistina qanûnên têkildarî mafên jinan de xebitî.

Wisal Farha Begdaş

Wisal Ferha Begdaş li dijî dagirkeriya Fransayê çalakvanekî navdar bû. Tevlî xwepêşandanê bû, di heman demê de bi qaçaxî çek ji şoreşgeran re dibir û ji bo parastina şoreşgeran tevkarî dikir.

Xada El Seman

Xada Ehmed El Seman nivîskar û wêjevaneke Sûriyeyî ye, di sala 1942an de li Şamê ji malbateke naskirî ya Şamê hatiye dinê, nêzîkatiyeke malbatî helbestvanê Sûriyeyî Nizar Qebbanî re heye. Bavê wê hezkirê zanist û wêjeya cîhanî bû û di heman demê de hezkiriyê mîrata Erebî bû, van egeran kesayeta wêjeyî û mirovî ya Xada El Seman bi hêz kir.

Selma El Haffar El Kuzberî (1923 – 2006)

Nivîskar û rojnamevaneke jin e, di sala 1923an de li Şamê ji dayik bûye, wê roleke girîng di pêşxistina wêjeya jinên Sûriyeyê de lîst. Ew yek ji wan jinên ku bi şêweyekî wêrek li ser mijarên jinan nivîsiye, berhemên wê yên kurteçîrok, helbest û romanê hene.

 Leyla Nesîr (1941 – 2023)

Leyla Nesîr yek ji navdartirîn hunermendên şêwekar e li Sûriyeyê,  wê bi şêweya xwe ya taybet berhemên xwe pêşkêşî jinan û mirovî kriye. Li bajarokê El Hefa yê bakurê Laziqiyê hatiye dine, yek ji pêşengên tevgera şêwekriyê ye li Sûriyeyê.

Seniya Salih

Senya Salih, helbestvan Sûriyeyî bû, ew hevjîna nivîskarê Sûriyeyî Mihemed El Mxût bû, gelek berhemên wê yên Helbestê hene.

Deed Hadad (1937-1991)

Ji nîvê salên heftêyan heta destpêka salên nodî, Daad Heddad helbestên cihêreng ên bi xem û xewnên kesane û mirovî, û wêneyên helbestî yên nûjen diweşandin.

Ulfet El Idlibî (1912-2007)

Nivîskareke Sûriyeyî ye ku li Şamê ji dayik bûye, ew yek ji mezintirîn nivîskarên ereb e, wêjeya wê li cîhanê belv bû, çîrokên wê bo 15 zimanên biyanî hatin wergerandin.

JIN DI DEMA ALOZIYA SÛRIYEYÊ DE

Di salên dawî de, li Sûriyeyê guherînên siyasî û civakî yên ku rasterast bandor li beşên civakê kiriye, çêbûn. Para herî mezin ya van guherîn û arîşeyan a jinan bû.

alozî bû sedema kêmbûna rola jinan di jiyana giştî de, lê jin beşdarî tevgera gel bûn û li dijî rêjîma Baas têkoşiyan. desthilata Şamê wê demê tundûtûjiyê li dijî jinan bikar anî ji bo tepeserkirina tevgera wan. Gelek ji wan hatin girtin, û çarenivîsa hinekên din ne diyar e. ji wan jinan rojnamevan û parêzera Sûriyeyî Rezan Zeytûne ye, ku di 9ê çileya 2013ê de hat revandin. Heta îro tu aliyekî berpirsiyariya revandina wê negirtiye ser xwe. Her wiha rastî tundî, koçberî û işkenceyê hat.

Bi rûxandina rejîma Baas û hatina Ebû Mihemed El Colanî re, siyasetên nû hatin sepandin ku rola jinan û mafên wan kêm kirin, azadiya kesayetî û perwerdehiyê bisînor kirin, û gelek refotmên zagonî yên ku piştgirî dabûn jinan, hatin betalkirin. Vê yekê hişt ku beşdariya jinan di jiyana siyasî û civakî de kêm bibe. Her wiha di gelek beşên jiyanê de jin hatin paşguhkirin, ev jî bû sedema bertekên jinin ku niha jin dipirsin ka gelo dê cihê wan di sîstema siyasî ya nû de hebe yan na.

Zehmet e ku bi zelalî çarenûsa jinan were pêşbînîkirin, ka gelo dê weke Afganistanê hemû mafên wê bêne binpêkirin, an jî dê Sûriyeyê bibe welatekî ku hemû çînên civakî, jin jî di nav de dihewîne? Jin li Sûriyeyê xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê û beşdarbûna di jiyana siyasî de ne, lê zehmetiyên ku ew ê rû bi rû bimînin dê mezin bin, nemaze piştî hatina desthilatdarên tundrew bo Şamê. Ji bo vê yekî jî pêdivî bi têkoşînê heye jib o bihêzkirina rola wan di avakirina siberoja Sûriyeyê de.

(k)

ANHA