Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye

Sûka El Hal (sebze) a navendî ya kantona Reqayê çavkaniya sereke ya belavkirina sebze û fêkiyan li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jêdera bingehîn a debara bi sedan malbatên kantonê ye.

Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye
Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye
Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye
Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye
Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye
Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye
Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye
Sûka El Hal a Reqayê; navenda belavkirina sebze û fêkiyan li herêmê ye
30 gulan, 2025   07:25
REQA
ENES MIHEMED

Sûka El Hal a li başûrê rojhilatê Reqayê li nêzî çemê Firatê ye. Sûk navenda sereke ya hawirdekirin û hindardekirina sebzeyên xwecihî û yên ji derve ye. Di sûkê de zêdetirî 60 dikanên ku sebze û fêkiyan bi cumle (toptan) difiroşin hene.

Sûk ne tenê pêdiviyên şêniyan peyda dike, her wiha ew navendeke çalak a bazirganiyê ye û jêdera belavkirina berheman li sûkên din ên herêmê ye. Di sûkê de zêdetirî 250 karker, firoşkar û ajokarên kamyonan hene û li gorî asta xebatên wan ên rojane mûçeyên xwe distînin.

SÛKA HERÎ MEZIN Û YA HERÎ BIBANDOR

Sûka El Hal a Reqayê sûka herî mezin û girîng a herêmê ye. Rojane sebze û fêkî bi tonan ji baxçeyan û ji hundir û derveyî Sûriyeyê dikevin sûkê.

Di sûkê de hejmarek mezin a karkeran heye; weke karkerên barkirin û daxistinê, ajokarên veguhastinê û firoşkar. Mûçeyên wan rojane tên dayîn û di 50 hezar û 100 hezar lîreyên Sûriyeyî de ye. Ew jî li gorî tevgera sûkê û pêwistiya bazirganan bi karkeran tê guhertin.

MEWSIMÊN XÊRÊ: BIHAYÊN KÊMTIR

Di buhar û havînê de biha kêm dibin, nexasim piştî ku berhemên Reqa, Tebqa û Dêrazorê digihîjin û dadikevin sûkê.

Sûk jî ji baxçe û zeviyan ne zêde dûr e, ev jî dihêle lêçûna veguhastina berheman hindik be û di encamê de bihayên berhemên xwecihî kêm dibe.

Hemîd El Ebdûl (Ebû Ezîz) yek ji bazirganên toptan e axivî û got: "Sûka Hal ne tenê cihê kirîn û firotinê ye, ew damarê herêmê bi tevahî ye. Em berheman rasterast ji cotkaran werdigirin û li sûkên biçûktir û firoşkarên gerok belav dikin. Di werza çinînê ya buharê û havînê de berhem ji zevî û baxçeyên nêzîk tên sûkê û ev jî dihêle biha kêm bibe û tevgera kirîn û firotinê geştir bibe."

Ebû Ezîz wiha domand: "Em sebze û fêkiyan ji hundirê Sûriyeyê jî werdigirin. Sûka Hal êdî bûye navenda sereke ya belavkirina sebzeyan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Amarên rojane yên sûkê:

Kartol: nêzî 100 ton dikeve sûkê (2 hezar û 800 - 3 hezar û 500 lîre)

Firingî: 100 ton dikeve sûkê (5 hezar lîre)

Xiyar: 100 ton dikeve sûkê (hezar - hezar û 200 lîre)

Bacanê reş: 50 ton dikeve sûkê (4 hezar û 500 - 6 hezar lîre)

Her wiha cûreyên din ên sebze, fêkî û xurmeyan jî tên sûkê.

Ebid El Ebo yek ji karkerên ji gelek salan ve li sûkê dixebite li ser karê xwe wiha dibêje: "Karekî cefa ye, lê ji bo min û gelek hevalên min çavkaniya debara jiyanê ye. Mûçeya rojane li gorî tevgera sûkê û mîqdarên heyî ye. Hin caran baş in, digihîjin 100 hezar lîreyan, hincaran jî kêmtir e. Lê her tim kar heye, bi taybetî di mewsimên xêrê û dema hilberînê de."

Sûka El Hal a Reqayê nîşana geşbûna çandiniyê, çavkaniya ewlehiya xwarinê û çavkaniya debara jiyanê ya bi sedan malbatan e.

(mh/fr)

ANHA