Mîhrîcana Nûjiyan ji bo sînemaya jinan a cîhanî jîngehek piştgir û pevguherînî ye

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ji bo jinên li tevahî cîhanê di sînemayê de dixebitin jîngeheke piştgir û pevguherîna zanabûnê diafirîne, her wiha bi deng û wêne pirên mirovî ava dike û jinan di aliyê huner û sînemayê de xurt dike.

Mîhrîcana Nûjiyan ji bo sînemaya jinan a cîhanî jîngehek piştgir û pevguherînî ye
30 gulan, 2025   08:05
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN / EHMED SEMÎR

Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan, derhêner û nivîskar Safînaz Evdikê ji ajansa me re li ser girîngiya sînemayê wekî hunereke heftemîn ku dikare dîrokê belge bike û ezmûnên mirovan ji aliyên cûda bişopîne, axivî.

Safînaz Evdikê got: "Sînemayê rolek sereke di aşkerekirina rastiyê de lîst. Eger em bixwazin fêm bikin, ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn çi rû da, em dikarin li fîlmên Îtalyayî yên ku di wê demê de hatine kişandin vegerin. Sînema bîranaîn diparêze û bûyerên ku mirov, bajar û welat tê re derbas bûne belge dike."

Safînaz diyar kir ku bi hêsanî derfet li pêş jinan nehat vekirin ku bibe derhêner an jî senarîst, û heta dema derfet çêbû rûbirûyî zehmetiyên mezin hatin ku fîlmên xwe derxistin.

ÇÊKIRINA FILMAN LI ROJAVA TECRÛBETYEK NÛ YE

Safînaz anî ziman ku çêkirina sînemayê li Rojava hîna tecrûbeya nû ye, lê di 10 salên dawîn de, ruxmî zehmetiyên li pêş çêkerên filman bi taybet jinan derketine, lê gavên pir pêşketî avêtin. Safînaz wiha domand: "Sînema li Rojava welidînek nû ya dengê jinan e û gaveke çandî ya girîng temsîl dike, ku pencereyekê li ser çêkerên filman ên jin ên li Kurdistan, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê veke."

Safînaz diyar kir ku sînemaya jinan a li Rojava pirên mirovî yên bi deng û reng ava dike û jinan di vî warî de bi pêş dixe.

PLATFORMA PEVGUHERÎN Û PIŞTGIRIYÊ

Girêdayî mijarê, Narîman Evdikê jî got Mîhrîcana Nûjiyan bûye platforma cîhanê ya kêmpeyda û nadîr û got: "Jinên di warê sînemayê de xwedî tecrûbe pisporî û ezmûnên xwe bi hev diguherin."

Narîman diyar kir ku filmên ku tên pêşandan ne şêweyî yan jî xweşikkirinê ne, lê ew rastî ne, rewşa jinan û hûrgiliyên jinan, li kêlek wê zehmetiyên rûbirûyî jinan di çêkirina sînemayê de vedibêjin.

ZÊDETIRÎ 40 FÎLMÊN JI SERANSERÎ CÎHANÊ

Di mîhrîcanê de nêzî 40 fîlm ji gelek welatên wekî Ermenistan, Afganistan, Îran, Tûnis, Cezayir û Lubnanê beşdar bûn. Di hemû fîlman de bal li ser pirsgirêkên jinan û belgekirina tecrûbe û serkeftinên wan hat kişandin.

Ji 4 parçeyên Kurdistnanê nêzî 15 fîlmên Kurdî hatin pêşandan, ku piranî li ser pirsgirêkên jinan bû. Yek ji wan fîlman li ser şervaneke Şengalê bû, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê revandin. Fîlma "Siwariyên Şengalê" jî li ser lehengiya şervanên jin ên ku bajar rizgar kirine, ye. Fîlma "Vegere Malê" çîroka jineke ku bi salan ji mala xwe ya li Wanê koçber bûye û vedigere mala xwe vedibêje. Ji Başûrê Kurdistanê jî li ser pirsgirêka zewicandina zarokan fîlma "Ez ne Amade me" hat pêşandan.

JI BER QEDEXEYÊ NIKARÎN TEV LI MÎHRÎCANÊ BIBIN

Di vê warî de Safînaz Evdikê got ku hin derhênerên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber qedexeya derbasbûna wan, nikaribûn tev li mîhrîcanê bibin.

Di dawiya axaftina xwe de Safînaz Evdikê got: "Armanc ew e ku Mîhrîcana Nûjiyan bibe çalakiyeke salane ya cîhanê. Ji bo wê jî divê beşdarî berfirehtir bibe û fîlmên cûrbicûr werin pêşandan û rola jinan di sînemaya cîhanê de bi pêş bikeve."

Ji 25'ê vê Gulanê ve Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Nûjiyan li Qamişloyê dest pê kiriye û heta 31'ê heman mehê didome.

(mh/fr)

ANHA