SZK'ê ya Helebê  ji bo xurtkirina zimanê Kurdî kovara "Hozar" diweşîne

SZK'ê ya Helebê bi navê Hozar kovarek bi zimanê Kurdî ku tê de mijarên cihêreng û curbicur hene, çap dike. Ev kovar wekî berhema xebatên vejandina zimanê Kurdî, pêşxistina wêje û çanda Kurdî û xurtkirina çanda xwendinê ji bo ciwanan e.

SZK'ê ya Helebê  ji bo xurtkirina zimanê Kurdî kovara "Hozar" diweşîne
SZK'ê ya Helebê  ji bo xurtkirina zimanê Kurdî kovara "Hozar" diweşîne
SZK'ê ya Helebê  ji bo xurtkirina zimanê Kurdî kovara "Hozar" diweşîne
30 gulan, 2025   06:15
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Bi armanca parastina zimanê Kurdî ji helandinê û qirkirina çandî yên ku ji hêla pergalên serdest ên bi zihniyeta înkarker ve têne kirin, û ji bo teşwîqkirina kesên ku dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê binivîsin, nemaze ciwanan, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Helebê bi navê "Hozar" kovarek mehane ya çapkirî diweşîne.

Weke xwedîderketina li daxwazên mamsoste û xwendekarên Kurd ên ku bi zimanê xwe ve girêdayî ev xebat û gav hat avêtin.

MEBEST JI KOVAR KAXIZÎ

Kovar li navenda SZK'ê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê tê çapkirin. Di kovarê de mijarên cûrbIcûr ên girêdayî zimanê Kurdî wekî dîroka zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî, pirsgirêkên belavkirina wî û rêbazên vejandina wî, tên destgirtin.

Kovara çapkirî civak, rewşenbîr û bi taybetî ciwanan amranc digire, ji bo ku hişmendiya wan a li ser dîrok, çand, nasname û zimanê xwe, ku di nav stûnên herî girîng ên parastina hebûn û domandinê de têne hesibandin, zêde bikin.

DÎROKA WEŞANDINÊ

Dema weşandin û belavkirina kovarê li gorî hin sedeman tê guhartin. Ji wan sedeman kêmbûna madeyên pêwist û derengmayîna beşdarên ku dixwazin berhemên xwe di kovarê de biweşînin e.

Hejmara 1'ê ya kovarê di meha Sibatê de û ya 2'yê jî di meha Adarê de hat weşandin. Lê hejmara 3'yan hîn di qonaxa amadekariyê de ye, kengî hemû gotar û nivîs werin bidawîkirin ew ê were weşandin.

Endama SZK'ê Zozan Dehar bal kişad ser mijarên sereke yên di kovarê de axivî û got: "Armanca me ji kovarê vejandina çanda nivîsandin û xwendina bi zimanê dayikê di nav civakê de ye. Li kêleka wê jî em balê dikişînin ser dîroka ziman û rola jinan di pêşxistina ziman û belavkirina wî de."

JI BO DEWLEMENDKIRINA KOVARÊ BANGA BEŞDARIYÊ

Zozan Dehar bang li kesên ku ji zimanê Kurdî hez dikin kir, ku mohra xwe li kovarê bixin û nivîsên xwe bişînin SZK'ê, ji bo ku kovar dewlemendtir bibe û zêdetir bala civakê bikişîne.

Zozan Dehar wiha domand: "SZK’ê ne tenê kovarê derdixe, her wiha ew bandora kovarê li ser xwîneran jî dişopîne. Dema ku em kovarê belav dikin em ji xwîneran dipirsin bê ka kêmasiyên di nivîs û mijaram de çi ne. Eger şaşî hebin em dixwazin xwîner nirxandinên xwe bikin ku hejmarên bê xurtir bikin."

Zozan Dehar di dawiyê de got ku ew li ser veqetandina rûpelên dawîn ên kovarê ji bo helbest, pêkenok, gotinên pêşiyan û mijarên din, dixebitin.

(mh/fr)

ANHA