Bo boneya Cejna Remezanê hêviyên ji bo aştî û yekîtiya neteweyî

Bi hatina Cejna Remezanê re şêniyên kantona Cizîrê hêviyên xwe yên aştî, hevgirtin, rizgarkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û vegera koçberêan bo malên xwe anîn ziman.

Bo boneya Cejna Remezanê hêviyên ji bo aştî û yekîtiya neteweyî
3 nîsan, 2025   10:55
HESEKÊ

Xelkên  herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Remezanê bi hêviyên mezin ên aştî û aramiyê pêşwazî kirin.

Şêniyê li bajarê Dirbêsiyê Hiznî Ebû Adîl der barê mijarê got: "Em hêvîdar in ku Cejna Remezanê bibe derfetek ji bo hevgirtinê û pêkanîna yekitiya neteweyî ya bihêz û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyeyê. "

Şêniyê bi navê Ebdulselam Remo yê ji bajarên Dirbêsiyê bal kişand ser girîngiya hevgirtina navxweyî û got, "Ji bo hevgirtina neteweyî derfeteke dîrokî heye. Îsal em gavên girîng ber bi azadiyê ve davêjin û em hêvîdar in ku bi ser bikevin û sisteme êşkence û qirkirinê ji ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin. "

BANGA RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Nisrîn El Yûnes a ji bajarê Til Temirê hêviya xwe ya ku ku ev cejn bibe destpêka azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, anî ziman.

Der barê heman mijarê Buşra El Zahir ji Til Temrê banga xurtkirina têkoşîna ji bo rizgarkirina bajarên dagîrkirî û vegera koçberan bo malên xwe kir.

HÊVIYÊN ARAMÎ Û PÊKVEJIYANA CIVAKÎ

Ji bajarê Til Brakê şêniyên bi navê Salim El Hemdan û Wissam El Mutlag hemû pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bo boneya Cejna Remezanê pîroz kirin û hêvî kirin ku cejin bibe egera belavkirina hezkirin û hevgirtinê di navbera gelên herêmê de û aştî û aramî li seranserî welat pêk were.

(k)

ANHA