Stêrk Gulo: Şehîd Zelal têkoşîn di jiyanê de xwendibû

Rojnamevan Stêrk Gulo şehîd Zelal Zagros bi bîr anî û got “şehîd Zelal têkoşîn di jiyanê de xwendibû û di kesayeta wê de girêdana axa welat û jin de dihat dîtin”.

Stêrk Gulo: Şehîd Zelal têkoşîn di jiyanê de xwendibû
18 ÇILE, 2026   03:45
HESEKÊ

Rojnamevan Stêrk Gulo li ser jiyan û têkoşîna hevrêya xwe Zelal Zagros axivî ku 18’ê Çileya 2024’an di êrişeke sûîqastê de li bajarê Kerkûkê şehîd bû.

Stêrk Gulo di destpêka axaftina xwe de bi van gotinan şehîd Zelal Zagros bi bîr anî: "Di şexsê şehîd Zelal Zagros de ez tevahî şehîdên pêşeng ên şoreşa azadiya neteweyî bi bîr tînim. Pêşengên wiha hem di zanebûna me ya neteweyî de û hem jî di zanebûna me ya zayendî wekî jin de dibin mînakên berxwedan û têkoşînê."

Rojnamevan Stêrk Gulo li ser naskirina şehîd Zelal got: "Sala 2002’an min hevala Zelal nas kir. Heval Zelal jinek ji jiyanê hez dikir, her tim bi moral û rû li ken bû. Cihê ku hevala lê bû, heval ne bê moral bûn. Heval Zelal ji nîqaşê re vekirî bû û mirov pê re rihet bû. Diyar bû ku zanebûneke baş a jiyanê girtibû. Heval Zelal têkoşîn di jiyanê de xwendibû. Dema ku bi hevalên xwe yên jin re diaxivî jî ev rih dida avakirin. Rêbertî behsa rihê komînal dike, ew rih di hevala Zelal de li pêş bû."

‘ZEHMETÎ VEDIGUHERAND XWEŞIYÊ’

Stêrk Gulo destnîşan kir ku şehîd Zelal dikarîbû di şert û mercên zehmet de xwe zû adepte bike û zehmetî jî veguherîne xweşiyê û got: "Li ser vê yekê dixwazim bîranînekê bêjim; Hevala Zelal xwezayî bû û ji xwezayê jî hez pir dikir. Dixwest em bi hev re kar bikin. Di xwezayê de kereng hene, striyên wê gelek mezin bûn. Dema me destê xwe diavêtiyê wê digot ’xwezaya Kurdistanê bi striyên wê jî xweş e, çawa hûn dibêjin em diêşin’. Di hevala Zelal de mirov girêdana erd û axa welat û jin didît. "

‘ASTEKE BILIND A TÊKOŞÎNÊ’

Stêrk Gulo anî ziman ku Zelal hevaleke fedakar bû û di kar de her timî li pêş bû û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Bi rihê xwe û bi hebûna xwe bê teredud bû. Ji biryara ku dida bawer bû ku dikarî tê de bi ser bikeve û bêteredud jî pêk dianî. Cihên zehmetî lê hebûna heval Zelal bê terdud berê xwe dida wir. Karê ku dikir jî ji serketina wê bawer bû. Pir caran xebatên herî zor û zehmet ji bo xwe hildibijart. Dizanî ku têkoşîna jinan têkoşîna hevbeş e. Di rihê heval Zelal de ev hevbeşî hebû. Tu carî di tezê jiyana xwe de wekî şexs nêz nedibû, lê her tim weke jin nêzîk dibû. Bê guman tevlêbûna heval Zelal nava refên têkoşîn jinên Krudistanê asteke mezin da têkoşîna jinan. Ji bo me tevan kaniya moralê bû. Dema me xebatek hevbeş bi hevala Zelal re dikir em aciz nedibûn, ji ber li pêşiya hevalên xwe bû û barê hevalên xwe jî radikir. Ev taybemendiyên wê dihişt ku jiyan pê re xweş û bi wate be. Heval Zelal ji hevalên xwe hez dikir. Tim dixwest hevalên xwe ji ya şaş vegerîne. Vê jî dihişt ku yên hevala Zelal nas bikin, zehmetiyan nekişînin. Gelek kes hene heya ku em wan nas bikin, dem ji me re lazim e, lê ji bo hevala Zelal demek dirêj nedixwest ku mirov wê nas bike."

’MUTEWAZÎ BÛ’

Stêrk Gulo diyar kir ku Zelal Zagros tevî tecrubeyên xwe yên jiyanî û tecrûbeyên xwe yên pêşengtiyê hevaleke mutewazin bû û bi rûkenî tev li kar bû.

Stêrk Gulo bi domdarî got:" Dema me hevala Zelal didît me hemû xwezaya jinên Kurdistanê di wê de didît. Mercên têkoşînê ewqasî hêsan nîn e ku jin karibin bi awayekî mezin bikin, lê heval Zelal ewqas zehmetî vediguherand tiştên herî rihet ji bo jiyanê. Dema hevala Zelal di nava refên têkoşîna jinên siyasetmendar li Rojava bû, gel pir jê hez dikir. Zelal ne tenê li cihên jinên Kurdan, di heman demê de li herêmên piraniya niştecihên wê ji pêkhateyên Ereb bûn kar kir. Bi giranî berê xwe dide herêmên nû dihatin rizgarkirin. Xwest jinan di xeta azadiyê jin de perewerde bike û bi dehan perwerde da. Dixwest nifşekî ava bike ku bi zanebûna neteweya demokratîk û avakirina şoreşê ku karibe rihê 19’ê Tîrmehê bide zindîkirin, kar kir. Hevala Zelal demekê li Ermenistanê kar kir. Piştî ji Ermenistanê vegeriya hinekî diyalogên me çêbûn. Ya herî balkêş digot, tevahî jin wekî netewe bindest e. Digot em jin çi netewe be, çi etnîk be ji çi pêkhate be, lê tiştên me yên hevpar hene. Bi salan bi heman hezkirinê di nava gelê Ermenistanê de xebateke mezin meşand. Di bîranînên xwe de digot, carana em bi rojan dimeşiyan heya me xwe dighand. Rêbazekî wê yê wisa hebû ku her tişt bi kêfxweşî dianî ser ziman. Êşên xwe yên herî mezin jî ne bi êş lê bi kêfxweşî dianî ziman. Ji bo wê mirov dixwest bi dem dirêj bi heval Zelal re kar bike."

Stêrk Gulo diyar kir ku baweriya şehîd Zelal bi xeta azadiya jin gelekî bilind bû û ev bû sedema ku bi salan li çiyayên Kurdistanê, li derveyî Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê têkoşînê di asteke bilind de bike.

‘ÊRIŞA LI DIJÎ HEVRÊ ZELAL LI DIJÎ TEVAHÎ JINAN BÛ’

Stêrk Gulo îşaret pê kir ku şehîd Zelal li Başûrê Kurdistanê jî di gelek xebatên jinan de têkoşîn kir û herî dawî dema li Kerkûkê têkoşîna jinan dida meşandin êrişeke hovane li dijî wê hat kirin. Strêk Gulo êriş wiha nirxand "Ev êriş di şexsê heval Zelal de li dijî tevahî jinan bû. Di şexsê hevala Zelal de xwestin têkoşîna jinan bê bandor bikin. Bi şehîdxistina Zelal xwestin jinan di cihên herî lawaz de bişkînin, lê hevala Zelal digot li cihên herî lawaz em ê herî bi hêz bin. Ev biryardayîn biryardayîna kesên pêşeng in ku her kes nikare bide.   Ya din ev êriş lawaziya hêzên dagirker û hêzên ku dixwazanin ku jinan di vê sedsalê de biberçiqînin nîşan dide. Beriya niha jî gelek jin pêşeng kirin hedef, xwestin di şexê wan de têkoşîna azadî û demokrasiyê û armanca jinan ji bo avakirina civakeke komînal û civakeke soyalîst bisekinin."

‘PERWERDEKIRINA JINAN WEKÎ NAN Û AVÊ GIRÎNG DIDÎT’

Stêrk Gulo di dewama axaftina xwe de got: "Heval Zelal pêşengeke jinên Kurd bû. Di gelek qadên xebatê de amade bû û dikir. Ji pêşketinê û ji avakirinê re vekirî bû. Loma di me tevahî hevalan de ew rih da avakirin. Hevala Rîhan, Zozan, Şîlan ku di dîroka têkoşîna Kurdistanê de bûn mînakên jinên herî fedaî ji bo azadkirina jinan, bi heman rihî têkoşîn kirin."

Stêrk Gulo anî ziman ku Zelal di têkoşîna xwe ya bîrdozî de mînak bû û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Dizanîbû çawa fikirê Rêber Apo jiyanî bike. Ewqasî sade bû ku dikarîbû vî fikirî temsîl bike û bike jiyanî. Loma ji aliyê hevalên xwe û tevahî jinan ve pir dihat hezkirin û. Heval Zelal rêxistinkirina jinan wekî nan û av girîng didît û bi hezaran jinan perwerde kirin. Ewqasî xwezayî bû jî û di nava wê xwezaya xwe de jî ewqas bi dîsîplîn bû. Beriya me hemûyan radibû û diçû ser kar. Ji jiyanê hez dikir û pir paqij bû. Ev taybetmendiyên wê bandoreke gelek mezin li me dikir. Em wek hevalên hevala Zelal pir bi şans in ku me hevaltiya wê kir."

‘XWEDÎDERKETINA LI ŞEHÎDAN SOZA ME YE’

Stêrk Gulo destnîşan kir ku Zelal gelek nefret di hundirê wan de li hemberî hêzên tarî, hêzên dijminên jinan ava kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehîd Zelal peyameke wiha ji me re wek jin hişt ku em têkoşînê li hemberî hêzên tarî yên dixwazin jinan hedef bigirin mezin bikin. Soza me ew e ku em ê têkoşîna wê mezin bikin û xwedî li mîrateya ku ji me re hiştiye derbikevin. Bihêzkirina şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê û li tevahî Kurdistanê xwedîderketina herî bi mînak e. Wê tu carî heyfa wê li erdê nemîne û doza wê wê nesekine. Tevahî jin di vê têkoşînê de ne. Bi rastî ev rih di merasîma şehadeta wê de derket û wê ji bo tevahî jinan jî berdewam bike.”

(b)

ANHA