Stasyona kehrebê ya Til Temirê kete xizmetê

Beriya çend rojan artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona kehrebê ya Til Temirê topbaran kiribû û ji ber wê ji xizmetê derketibû. Lê piştî tamîrkirinê stasyona ji nû ve kete xizmetê.

Stasyona kehrebê ya Til Temirê kete xizmetê
17 kanûn, 2024   16:11
HESEKÊ

Di çarçoveya êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyên herêmê de beriya çend rojan gundewarê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi taybet stasyona kehrebê hatibû hedefgirtin, di encamê de ji xizmetê  derket û bi deh hezaran welatî ji kehrebê mehrûm bûn.

Koma pîşeyî ya saziya kehrebê ya Til Temirê zirarên li stasyonê bûne sererast kirin û îro ji nû ve stasyon kete xizmetê.

(fr)

ANHA