Dibistana tekwandoyê ya Girke Legê bû 3`yemîn

Dibistana tekwandoyê ya Girke Legê 6 caran xelat wergirtin û li ser asta Sûriyeyê bû 3`yemîn.

Dibistana tekwandoyê ya Girke Legê bû 3`yemîn
Dibistana tekwandoyê ya Girke Legê bû 3`yemîn
Dibistana tekwandoyê ya Girke Legê bû 3`yemîn
Dibistana tekwandoyê ya Girke Legê bû 3`yemîn
Dibistana tekwandoyê ya Girke Legê bû 3`yemîn
16 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD-ROHAT XELEF

Dibistana tekwandoyê ya bajarê Girke Legê sala 2013`an hate vekirin. Gelek xelat wergirtine û 25-27`ê Hezîrana îsal tev li Lîga Tekwandoyê ya Sûriyeyê bû. 23 tîm ji hemû parêzgehên Sûriyeyê tev li vê lîgê bûn.

Ji dibistana tekwandoyê ya Girke Legê jî 6 zarokên werzîşvan tev li lîgê bûn û li ser asta Sûriyeyê bûn 3`yemîn.

Werzîşvan Sêlîna Hesen (13) anî ziman ku ev bûye 3 sal ew werzîşa tekwandoyê dike û gelekî jê hez dike. Sêlîna Hesen got ew di asta yekem de bi ser ketiye û xelat wergirtiye û wiha lê zêde kir: "Ez spasiya malbat û mamosteyê xwe Husam Mensûr û hemû kesên piştgirî daye min, dikim."

Kînem Mustefa (12) jî got: "Berî 3 salan min dest bi werzîşa tekwandoyê kir. Hevalên min gelekî bi min re bûn alîkar. Min di asta duyem de xelat wergirt û ez ê di dema pêş de zêdetir bi pêş bikevim û xwe xurt bikim."

Her wiha Eyşê Ebdo (15) diyar kir ku ev bûye 7 sal ew werzîşa tekwandoyê dike û wiha pê de çû: "Ez ji werzîşa tekwandoyê hez dikim û min hemû şert û mercên zehmet tehemul kirin. Ev cara yekem bû li ser asta Sûriyeyê em tev li şampiyona Sûriyeyê bûn. Min di şampiyonê de xelat wergirt û diyarî malbata xwe kir."

Rosîm Cibraîl (15) anî ziman ku ev 8 sale ew werzîşa tekwando dike û wiha got: "Min di werzîşê de zehmetî dît lê bi perwerde ê min derbas kir. Min jî xelat girt û ez bi hêvî me ku hîn zêdetir keçên Kurd fêrî werzîşa tekwando bibin û bi ser bikevin."

Derfetên dibistanê gelekî kêm in û ev cara yekemîn e tev li Lîga Tekwandoyê ya Sûriyeyê bûye û li ser asta Sûriyeyê bû 3`yem. Dibistana niha amadekariyê dike da ku tev li Lîga Zarok, Ciwan û Jinan a Sûriyeyê bibe. Lîg dê di meha Tebaxê de li Şamê were organîzekirin.

(np)

ANHA