Jinên Amûdê: YPJ nûnertiya me dike

Jinên ji Amûdê diyar kir ku ew piştgiriya YPJ`ê dikin û xwest YPJ bibe hêzeke fermî ya Sûriyeyê.

Jinên Amûdê: YPJ nûnertiya me dike
17 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Jinên ji bajarê Amûdê anî ziman ku ew qebûl nakin ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) were paşguhkirin û got: "YPJ`ê ji bo parastina herêmê berpirsyariyeke mezin rakir û divê neyê paşguhkirin."

Rêvebera Ofîsa Jinan a Meclisa Bajarê Amûdê Minewir Amûdê ji bo piştgiriya YPJ`ê axivî û got: "Di van salan de jinan gelek bedel dan, cihê xwe di rêvebirina civakê de girt û parastina destkeftiyan kir. Paşguhkirina rola jinan tê wateya jinan paşguh dikin. Divê rola YPJ`ê nas bikin û ew cihê xwe di pêvajoya siyasî û qanûnî de bigirin. YPJ ji bo jinên herêmê bûye sembola îradeya jinan, nasname û têkoşîna tevgerên jinan. Em qebûl nakin ku YPJ`ê paşguh bikin. YPJ`ê di şert û mercên herî zehmet de parastina civak û jinan kir, em ê her tim piştgiriya YPJ`ê bikin."

Hevseroka Komîna Şehîd Hozan Leyla Selman jî got: "YPJ ji keçên herêmê pêk tê û gelek bedel dan. Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir, civak parast. Em qebûl nakin ku YPJ nebe hêzeke fermî ya Sûriyeyê û were paşguhkirin. Em dixwazin YPJ di destûrê Sûriyeyê de hebe û mafên jinan werin parastin."

(np)

ANHA