SOHR: Li Derayê di mehekê de 25 kes hatin kuştin

Li gorî daneyên SOHR’ê li Derayê di meha Kanûnê de 25 kes hatine kuştin.

SOHR: Li Derayê di mehekê de 25 kes hatin kuştin
23 kanûn, 2023   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Derayê tevlihevî û aloziya ewlehiyê dewam dikin. Hikumeta Şamê rewşa ewlehiyê kontrol nake.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR), di meha Kanûnê de di encama 26 bûyerên tevliheviyê de 25 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

SOHR’yê destnîşan kir ku ji destpêka îsal ve 491 bûyerên tevliheviyê çêbûne û di encama wan de 394 kes hatine kuştin.

Ev dane nîşan dide ku hikumeta Şamê di kontrolkirina rewşa ewlehiyê de bi bin ketiye, nemaze ku di salên 2018 û 2021`an de "çareserî" pêk anîn.

(bb)