Di Mîhrîcana Rojava de nîqaşa li ser herêmên dagirkirî

Di Mîhrîcana Rojava de polîtîkayên guhertina demgorafîk ên li herêmên dagirkirî hatin nîqaşkirin.

 Di Mîhrîcana Rojava de nîqaşa li ser herêmên dagirkirî
 Di Mîhrîcana Rojava de nîqaşa li ser herêmên dagirkirî
23 kanûn, 2023   12:07
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di roja 8’an (duh) a Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de semînerek bi mijara guhertina demografiya herêmên dagirkirî hat dayîn. Semîner ji aliyê endamê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî bi beşdarbûna koordînatorê Rêxistina Hevdestî ya Qurbaniyan Orhan Kemal, ji Komeleya Leylûn a Qurbaniyan Zîlan Elî, ji Rêxistina Pêl Welîd Bekir û endamê Navenda Lêkolînan a Firatê Fadil Dawûd ve hate dayîn.

Li ser ser pênaseya guhertina demografîk Fadil Dawûd got: “ji bo koçkirina ji neçarî qanûn heye; wê jî sûceke şer, qirkirin û sûceke li dijî mirovahiyê dibînin. Wekî ku koçkirina ji neçarî beriya guhertina demografîk pêk tê.”

‘DAGIRKER BI RÊYA MÊTINGEHAN Û DIBISTANAN GUHERTINÊ PÊK TÎNIN’

Der barê şopandina bûyerên guhertina demografiyê de jî Zîlan Elî da zanîn ku li Efrînê ji sedî 25 tenê şêniyên resen dimînin. Bal kişand ser sûcên li dijî wan şêniyan û wiha got: “Me dît di Newrozê de 4 Kurd hatin kuştin, malbat bi me re dan û standinê dikin, dibêjin ew rastî şantajê tên.”

35 PROJEYÊN MÊTINGEHAN

Zîlan Elî destnîşan kir ku delîlên guhertina demografîk li Efrînê berbiçav in û ev dane dan: “Nêzî 35 projeyên avahiyên mêtingehiyê hene. Komeleya Eyadî Beydaa van avahiyan çêdike û NY destekê didê. Mizgeftan li ser deverên civaka êzidiyan ava dikin, projeyên avakirina mizgeftan ji dibistana bêhtir e, dibistan jî derbasî qonaxa tirkkirinê bûne; materyalên bi zimanê tirkî didin. Şêniyên dixwazin derbasî Efrînê jî bibin rastî lêpirsîn, girtin û îşkenceyê tên.”

Têkildarî rewşa Serêkaniyê û Girê Spî jî Orhan Kemal diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest daniye ser zêdetirî 5 hezar û 625 avahiyên welatiyan û zêdetirî milyonek donim erdê 55 gundan. 592 kes hatine girtin û ji destpêka dagirkirinê ve zêdetirî 90 kes hatine revandin.

Orhan Kemal diyar kir ku tenê 48 welatiyên Kurd li Serêkaniyê mane û wiha domand: “Ji 25 malbatên Ermen ku berê li Serêkaniyê diman, kesek tenê maye. Êzidî nemane. Zêdetirî 12 hezar û 800 malbatên ji deverên din ê Sûriyeyê û malbatên komên çeteyan li wir bi cih kirine. 72 malbatên DAIŞ`iyan li Serêkaniyê hene."

Orhan Kemal da zanîn ku beriya niha şêniyan hewl da vegerin lê nikarîbûn û got: “Gelek kes hatin girtin û îşkence li wan hate kirin. Bi van sûcan hewl didin welatî nefikirin li warê xwe vegerin. Kurdan bi hinceta alîgirên Rêveberiya Xweser û Ereban jî alîgirên hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser dibînin. Kêmneteweyên din jî ji ber baweriyên xwe nikarin bimînin. Di dibistanan de materyal bi zimanê erebî ne, sembolên dewleta Tirk li her deverê hatine belavkirin. Rewşa Girê Spî jî ne kêmî Serêkaniyê ye.”

Welîd Bekir jî axivî û diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku ew avahiyên mêtingehiyê stargeh in, guhertina demografîk pêk tîne. Li gelek deverên Efrînê mêtingehan çêdikin, li ser zeviyên çandiniyê yên xelkê sivîl ava dikin, mirov nikare hejmarekê bide, ji ber ku gelek tişt bi veşartî pêk tên. Li Babê û Cerabulsê jî tên çêkirin, ew jî ji bo guhertina demografiyê ye.

Fadil Dawûd ji milê qanûnî ve nirxand û diyar kir ku pirsgirêk ew e ku ne dewleta Tirk a dagirker û ne jî hikumeta Şamê endamên Dadgeha Navneteweyî ne, dozên ser wan nayên rakirin û wiha pê de çû: “Di qanûnên dewletên ewropî de heke Dadgeha Navneteweyî dozê negire, ew dikarin wan dozen li dijî sûcdaran bigirin. Rêxistinên li herêmê dikarin bi belgeyên xwe vê yekê bikin.”

Beşdaran behsa diziya berhemên çandiniyê yên herêmên dagirkirî jî kir û diyar kir ku xelkê resen li benda vegera ewle ne, divê aliyên hewl didin xelkê vegerînin jî vê yekê bizanin.

ANHA