Ji gerîlayên azadiyê li djiî dagirkeran çalakiyeke bi bandor 

Hat diyarkirin ku di operasyona gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Xakurkê de 27 leşkerên Tirk hatin cezakirin û 17 çek jî hatin desteserkirin.

Ji gerîlayên azadiyê li djiî dagirkeran çalakiyeke bi bandor 
23 kanûn, 2023   11:16
 NAVENDA NÛÇEAYN

Li gorî nûçeya  ANF’yê ku sparatiye çavkaniyên herêmî, gerîlayên Azadiya Kurdistanê duh derdora saet 16.00’an de li Girê Şehîd Qehreman ê girêdayî herêma Xakurkê li hemberî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî li dar xist. Hate diyarkirin ku di çalakiyê de 27 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin û 17 çekên dagirkeran hatine desteserkirin.

Di nûçeyê de navên hin leşkerên hatine cezakirin, hatin dayîn. Navên leşkeran wiha ne: Ramazan Gunay, Mehmet Serînkan, Çagatay Erenoglû, Yasîn Karaca, Emre Taşkin, Îsmaîl Yazici.

Wezareta Parastinê ya Tirk jî piştî çalakiya gerîla daxuyanî da û îdia kiribû ku tenê 3 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.