SOHR: Ji destpêka îsal ve 80 zarok û 51 jin hatine kuştin

Li Sûriyeyê ji Çileya îsal ve bi kêmanî 80 zarok û 51 jin hatine kuştin.

 SOHR: Ji destpêka îsal ve 80 zarok û 51 jin hatine kuştin
16 adar, 2026   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka îsal ve bi kêmanî 80 zarok û 51 jin li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku sedema van kuştinan, teqandina ketober a çekan, teqînên mayîn û bermahiyên şer û êriş in.

Li gorî heman çavkaniyê, di Çileyê de 33 jin û 39 zarok ji ber teqandina ketober a çekan, bermahiyên şer, kuştinên ji ber nasnameyên mezhebî, gulebebarankirin, mayîn, bombe û dronên Tirkiyeyê hatine kuştin. Di Sibatê de 15 jin û 28 zarok hatine kuştin, piranî jî ji ber teqînên bermahiyên şer in. Di Adarê de 3 jin û 13 zarok, ji ber teqînên bermahiyên şer, sûcên edlî û felaketên xwezayî hatine kuştin.

(bb)