Li Şamê ji bo şehîd Salih Muslim merasîm li dar ket

Ji bo siyasetmedar û endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê şehîd Salih Muslim li Şamê merasîmek hat lidarxistin.

Li Şamê ji bo şehîd Salih Muslim merasîm li dar ket
16 adar, 2026   11:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo siyasetmedar û endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê şehîd Salih Muslim îro li Şamê merasîmek hat lidarxistin. Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Şamê Ebdulkerîm Omer, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (PDKS) Cemal Şêx Baqî û hejmarek siyasetmedar û rewşenbîr û nûnerên saziyên civakî beşdar bûn.

Di merasîmê de têkoşîna şehîd Salih Muslim û keda wî ya ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, azad û dadmend hat vegotin.

Salih Muslim 11'ê Adarê ji ber nexweşiyekê li nexweşxaneyeke Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Cenazeyê wî duh li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatibû veşartin.

(bb)

ANHA