SOHR: Heyet Tehrîr El Şamê Meret El Numan kontrol kir

SOHRˈê ragihand ku piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bajarê Meret El Numan ê li başûrê Idlibê kontrol kir.

 SOHR: Heyet Tehrîr El Şamê Meret El Numan kontrol kir
30 mijdar, 2024   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bajarê Meret El Numan ê li başûrê Idlibê kontrol kiriye.

SOHRˈê diyar kir ketina çeteyan a bajarê Meret El Numan piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê ya ji bajêr ber bi bajarê Xan Yûnis ve, çêbû.

Her wiha SOHRˈê diyar kiribû ku hêzên Şamê ji tevahiya herêmên Idlibê yên di bin kontrola wê de û balafirgeha Ebû El Dihûr a leşkerî jî vekişiyane.

(bb)