Pira ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşandibû ji nû ve tê avakirin

Yekitiya Şaredariyan pira El Yemama ya li kantona Tebqayê ji nû ve ava dike. Pira El Yemama li ser kanala avdaniyê ya Projeya Belixê ye û gundewarên Reqa û Tebqayê bi hev ve girê dide.

Pira ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşandibû ji nû ve tê avakirin
Pira ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşandibû ji nû ve tê avakirin
Pira ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşandibû ji nû ve tê avakirin
Pira ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşandibû ji nû ve tê avakirin
Pira ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşandibû ji nû ve tê avakirin
Pira ku çeteyên DAIŞ`ê hilweşandibû ji nû ve tê avakirin
26 sibat, 2025   06:05
REQA

Di sala 2017`an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyona rizgarkirina Reqa û Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê pêk anî û di dema operasyonê de çeteyên DAIŞ`ê pira El Yemama ya li gundewarên kantona Tebqayê rûxand.

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê di 15’ê Sibatê de dest bi avakirina pirê kir û tê payîn ku proje di nava 3 mehan de bi dawî bibe. Pir El Yemama 40 metre dirêj e û 10 metre jî fireh e.

Li gorî hevserokê Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê Elî El Taha, xebatên jinûveavakirina pirê dê karê cotkaran asteng neke.

Elî El Taha got: "Ev proje beşeke projeyên Yekitiya Şaredariyan e ku hewl dide rewşa xizmetguzariyê li herêmê baştir bike û tevgera şêniyan di navbera her du aliyên kanalê de hêsan bike.”

Li gorî El Taha lêçûna pêkanîna projeyê 100 hezar dolar e.

(k)

ANHA