Siyasetmedarên Sûriyeyî: Divê bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê were şikandin

Siyasetmedaran diyer kirin ku dewleta Tirk dixwaze diyaloga di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de asteng bike.

Siyasetmedarên Sûriyeyî: Divê bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê were şikandin
Siyasetmedarên Sûriyeyî: Divê bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê were şikandin
Siyasetmedarên Sûriyeyî: Divê bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê were şikandin
Siyasetmedarên Sûriyeyî: Divê bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê were şikandin
10 îlon, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Siyasetmedarên Sûriyeyî jî ji ajansa me ra diyar kirin ku Enqere ji diyaloga avaker a di navbera Sûriyeyiyan de ditirse û hewl dide ku pêşî lê bigire. 

Endamê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Elî Derwîş der barê mijarê de ev tişta anîn ziman, niha tişta ji hikûmeta veguhêz tê xwestin ev e destên xwe bide gelê Sûriyeyê ye, ne xwe bispêre aliyên derve ye.

Derwîş destnîşan kir ku kiryarên hikûmeta niha bi fermanên Tirkiyeyê têne kirin, ev yek jî serxwebûna biryardana Sûriyeyê lawaz dike.

Derwîş destnîşan kir ku Tirkiye ji modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse û got: "modela Rêveberiya Xweser dikare mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk bîne.

Berdevkê Partiya Modernîte û Demokrasiyê li Sûriyeyê Mihemed Remedan El Ebûd jî anî ziman ku Tirkiye dixwaze xalên peymana 10`ê Adarê ya di navbera fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin têk bibe da ku berjewendiyên xwe li ser axa Sûriyeyê pêk bîne.

El Ebûd destnîşan kir ku bandora Tirkiyeyê di nav hikûmeta veguhêz de aşkere bûye û biryarên Enqere bi rêya vê hikumetê têne bicîhanîn.

El Ebûd destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê bi piranî bi piştgiriya rasterast a Tirkiyeyê hat damezrandin, lewma girêdana vê hikûmetê bi biryarên Tirkiyeyê ve li hember her pêşketinek ber bi avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ve dibe asteng.   

El Ebûd hewldanên têkbirina peymana 10`ê Adarê wekî beşek ji siyasetek sîstematîk a pêşîgirtina lihevhatina nîştimanî li Sûriyeyê nirxand û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Îro, ji her demê bêtir hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê hewce ne ku bandora Tirkiyê bişkînin û ji bo çareseriyên Sûriyeyî yên ku mafên hemû pêkhateyan diparêzin û dewletek dadperwer û demokratîk ava dikin, gav bavêjin."

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Bozan Osman destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe hêvî dikin ku bêyî destwerdana derve ya ku dixwaze hewldanên aştî û aramiyê têk bibe, lihevkirinek çêbibe.

Bozan anî ziman ku Tirkiye hewl dide herêmê bikişîne nav şer û pevçûnan, ev ne li gorî xwestekên Sûriyeyane ji bo ewlehî û aştiya nevxweyî ne.

Bozan Osman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Sûriyeyê niha ji her demê bêtir berjewendiyên xwe yên nîştimanî nas dike û dixwaze xwe ji bandora Tirkiye û destwerdana biyanî xilas bike û got: "Çareseriyeke Sûriyeyî-Sûriyeyî ya li ser bingeha diyalog û têgihîştinê di navbera hemû pêkhateyan de rêya herî serketî ya avakirina siberoja Sûriyeyê ye. "

(k)

ANHA