`Dayîna mafê hêviyê bo Rêber Apo kilîda serkeftina pêvajoya aştiyê ye`

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku divê "mafê hêviyê" ji Rêber Abdullah Ocalan re were dayîn da ku pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe û gotin: “Mafê hêviyê ji Rêber Apo re kilîda serkeftina pêvajoya aştiyê ye."

`Dayîna mafê hêviyê bo Rêber Apo kilîda serkeftina pêvajoya aştiyê ye`
10 îlon, 2025   03:45
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd li Helebê diyar kirin ku divê "mafê hêviyê" ji Rêber Abdullah Ocalan re were dayîn da ku ew bikaribe pêvajoya aştiyê ya ku di 27`ê Sibatê de dest pê kiriye, bi rê ve bibe.

Şêniya bi navê Emîna Hesen da zanîn ku bi banga xwe ya ji bo aştî û civatek demokratîk, Rêber Abdullah Ocalan nîşan da ku ew dixwaze aştiyê pêk bîne û civatek li ser bingeha edalet û demokrasiyê ava bike.

Emîna Hesen got, "Ev bang di pêvajoya têkoşînê de xaleke binghîn e. Têkoşîna çekdarî, ku zêdetirî nîv sedsalê dom kir, derbasî qonaxek nû bû ku li ser bingeha diyalog, entegrasyon, aştî û ji nû ve avakirina têkiliyên dîrokî ye."  

Emîna Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê tu gavên pratîkî ber bi vê bangê ve neavêtiye, û diyar kir ku divê mafê hêviyê ji Rêber Abdullah Ocalan re were dayîn wekî mercekî bingehîn ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê.

Şêniya bi navê Mewlûda Mihemed da zanîn ku divê dewleta Tirkiyeyê bi awayeî erênî nêzîkê banga aştî û civaka demokratîk bibe, dev ji polîtîkayên dijminane berde û Rêber Abdullah Ocalan ji zindanê berde.

Mewlûda wiha pêde çû, "Rêber her gav banga aştiyê kiriye, lê aliyê din dereng dimîne û hêdî hêdî bersiv dide, rê li ber pêşveçûna pêvajoyê digire."

Mewlûda Mihemed got, "Em ê paşve gav neavêjin. Em ê daxwaza azadiya rêber bikin û têkoşînê mezin bikin."

Şêniyê bi navê Hesûn Mihemed jî da zanîn ku dayîna "mafê hêviyê" ji bo Rêber Abdullah Ocalan pir girîng e, ji bo rêveberina pêvajoya aştiyê.

Mihemed diyar kir ku rêber nêrînên zelal ji bo hêsankirina pêvajoya aştiyê pêşkêş kir, lê dewleta Tirkiyeyê di zihniyeta xwe de tu guhertin nîşan nedaye, ev jî dihêle ku baweriya bi dewleta Tirk lawaz bibe û nîşan dide ku niyeta wê ya çareseriyek rastîn tune ye.

(k)

ANHA