Koçberên Serêkaniyê li dijî siyasetên desteserkirina malên wan rabûn

Koçberên Serêkaniyê yên di kampa Newroz a bajarê Dêrikê û kampa Weşûkanî ya bajarê Hesekê de dimînin, siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên desteserkirina mal û milkên wan şermezar kirin û daxwaza vegereke wele kirin.

9 îlon, 2025   20:22
QAMIŞLO

Bi dehan koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, di kampa Newroz a bajarê Dêrikê û kampa Weşûkanî ya bajarê Hesekê de li dijî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derketin xwepêşandanê. Koçberan, desteserkirina mal û milkên wan ji aliyê dagirkeran ve şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, dagirkeriyê bi dawî bikin û vegera ewle ji wan re dabîn bikin. 

Koçberên di kampa Newroz de ji navîna kampê heta deriyê têketina wê meşiyan.

Li deriyê têketina kampê, koçberê ji Serêkaniyê Ehmed Mihemed axivî û got: “Mafê me ye ku vegereke ewle ji bo me dabîn bibe. Dewleta Tirk û çeteyên wê mal û milkên me bê heq desteser dikin û difroşin hev. Bi rêya van sûcan, dixwazin desteserkirinê rewa bikin.”

Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, bilez destwerdanê bikin, ji bo ku şênî bi awayekî ewle vegerin warên xwe û siyasetên guhertina demografiyê ya ku dewleta Tirk pêk tîne, rawestînin.

Her wiha di kampa Weşûkanî ya bajarê Hesekê de jî koçberên Serêkaniyê ji pêşiya avahiya meclisa kampê heta navenda rêveberiya kampê meşiyan.

Li wir koçberê bi navê Newaf Hisên axivî û got: “Ti carî em vê yekê qebûl nakin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê demografiya herêmê diguhere. Dixwazin, hebûn û nasnameya kurdan qir bikin. Dewleta Tirk ji 2019`an ve, li herêmê gelek sûc li dijî gelê bajêr ê resen kirin. Ji bo ku wan koçber bike.”

Hisên wiha domand: “Em qebûl nakin ku ala dewleta Tirk û Pakistanê li herêma me rabin. Divê rêxistinên navneteweyên van sûcan rawestînin. Mafên çandî yên gelan biparêzin. Heya ku em vedegirin warên xwe, têkoşîna me berdewam e.”

(zş/şx)

ANHA

Newroz

Waşûkanî