Berdevka Kongra Star: Destên qirêjî di vê bûyerê de ne û divê hikumeta veguhêz berpirsyar nêz bibe

Gulistan Gulo destnîşan kir ku ew ê li hember destdirêjiyê bêdeng nemînin û got kesên tevliheviyê li bajarê Hesekê dikin, çete ne.

Berdevka Kongra Star: Destên qirêjî di vê bûyerê de ne û divê hikumeta veguhêz berpirsyar nêz bibe
14 cotmeh, 2026   13:24
QAMIŞLO

Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo ji ANHA`yê re axivî û got kesên ku tevliheviyê li Hesekê dikin û destdirêjiyê li sembolên kurdî dikin çete ne û piştgiriya xwe ji hinek aliyan digirin. 

Duh dîmenek li ser medyaya dijîtal hate belavkirin. Gulistan Gulo ji bo wê dîmenê got nêzîkatiyeke ji derveyî exlaqê civakê û mirovahiyê hatiye kirin.

Gulistan Gulo li hember vê destdirêjiyê helwesta rêxistinên jinan diyar kir û got destên qirêjî di vê bûyerê de ne û dixwazin şerê navxweyî di nava gelê herêmê de derkeve, pêvajoya entegreyê bi rê ve neçe, îrade, deskeftî û nirxên gel hedef digirin.

Gulistan Gulo êrişên di dema borî de li ser herêmê çêbûn bi bîr xistin û got berê destdirêjî li keziya jinekê kirin, duh jî destdirêjî li wêneyê şehîdên jin kirin, ew bi van hewldanên xwe daxwaz dikin ku îradeya jinan bişikînin, têkoşîna wan a ji bo mafên wan bi dawî bikin, wan di malê de qeyd bikin û dawî li hebûna jinan bînin û got: “Wek Kongra Star em bang li hikumeta veguhêz dikin ku kesên li pey van kiryaran werin girtin û giran ceza bikin.”

Gulistan Gulo di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku kesên tevliheviyê û fitneyê li Hesekê çêdikin çete ne û piştgiriya xwe ji hinek aliyan werdigirin û got: “Em wek rêxistinên jinan dê têkoşîna me li hemberî kesên dest dirêjî îrade û rûmeta me dikin, tê bikoşin û tu carî bê deng namînin.”

Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo di dawiyê de got wan serlêdan li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiriye û li hember kesê destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kiriye doz vekiriye.

(bî)

ANHA