Siyasetmedarên Dirbêsiyê: Li Sûriyeyê pêwîstî bi avakirina pergala demokratîk heye

Siyasetmedarên ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ligel kontrolkirina welat ji hêla tevgerên îslama siyasî ve, rewşa siyasî ya li Sûriyeyê rûbirûyî astengî û zehmetiyên cidî ye û ji bo vê jî pêwîstî bi avakirina pergaleke demokratîk û sazkirina destûreke ku mafên tevahî pêkhateyan biparêze, heye.

Siyasetmedarên Dirbêsiyê: Li Sûriyeyê pêwîstî bi avakirina pergala demokratîk heye
1 tîrmeh, 2025   06:25
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Digel tevliheviya ewlehî û rewşên qetilkirina dubare metirsiyên der barê rewşa siyasî ya Sûriyeyê de zêde dibin. Rewşa li Sûriyeyê girêk e û kesên wê kontrol dikin xwedî fikra îslama siyasî ne, weke rewşa hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Sûrîyeyî xwe di navbera vê rêbaza hişk û rewşa ewlehiyê ya xerabûyî de asê dibînin.

Têkildarî mijarê, siyasetmedarên ji bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bal kişand ser pêwîstiya avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî û sazkirina destûrekê ku mafên tevahî pêkhateyan bêyî cudahî biparêze.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Dirbêsiyê Fewzî Silêman der barê mijarê de got: "Jiyana siyasî li Sûriyeyê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye, ji ber ku ji dema ku hikumeta veguhêz hin dever kontrol kirine ve tu guhertineke berbiçav çênebûye. Rast e agirbestê di aramiyek qismî de bû alîkar, lê pêşketina di karên siyasî de sînordar e, û welat hîn jî zehmetiyên bêîstîqrariyê dikişîne, û hesta tirsê di nav Sûriyeyîyan de kûrtir dike."

Silêman ev tişt got: "Girîngtirîn zehmetiyên li pêş veguherîna demokratîk li Sûriyeyê, tevgerên Îslamî yên tundrew û binpêkirinên çeteyan, bi taybet ên biyanî li dijî kêmneteweyên Sûriyeyê, ye. Ev rêbaza desthilat û kontrolkirinê parçebûnên mezhebî çêdike û gefan li ewlehiya herêmê û îstîqrara wê dixwe."

Silêman diyar kir ku ji ber siyasetên nijadperestî yên rejîma Baas’ê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê, şoreşek gelêrî hat lidarxistin û şerek 14 salan dom kir. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala demokratîk ku mafên tevahî pêkhateyan diparêze hat avakirin û êdî herêmên Rêveberiya Xweser cihê herî ewle yê Sûriyeyiyên ku li edaletê digerin e.

Ji bo misogeriya mafên tevahî pêkhateyan û avakirina pergaleke demokratîk ya giştî Silêman diyar kir ku divê ji bo vê yekê kongreyek neteweyî ku tê de tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bihewîne li dar bikeve û destûrek mafên tevahiyan garantî bike were sazkirin û divê ev yek ne tenê di daxuyaniyan de were gotin, berevajî bikeve pratîkê.

Li aliyekî din jî endamê Akademiya Civaka Demokratîk a Dirbêsiyê Ehmed Silêman li ser zehmetiyên herî girîng ên li pêş Sûriyeyê ne axivî û got: "Redkirina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji naskirina pirrengiya olî û civakî re di hundirê Sûriyeyê de astengiya herî mezin e. Hikumet îdeolojiya îslama siyasî ya nijadperest ferz dike û li dijî pêkhateyên din komkujiyan pêk tîne, weke li perava Sûriyeyê kirine. Ev yek rêveçûna demokratîkirina welat asteng dike."

Silêman wiha domand: "Divê Sûriye li ser bingeha pergala demokratîk a berfireh ku tê de tevahî pêkhate û ol di bin sîwaneke welat de bin, were avakirin û jin bi awayekî aktîf di birêvebirinê de beşdar bibin û destûrek ku van rêgezên bingehîn biparêze were sazkirin."

Di dawiyê de Silêman got: "Ji bo destûreke demokratîk divê Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pejirandin. Ji ber ku ev hevpeyman maf, çand û zimanên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bêyî cudahî diparêze."

(fr)

ANHA