Li koçberiyê bi hêviya vegerê jiyana xwe berdewam dikin

Koçberên ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî li dibistanên Hesekê di şert û mercên dijwar de dijîn, êş û derdên nexweşî û nebûna piştgiriyê dikişînin. Tenê hêviyeke koçberan heye ew jî ku vegerin malên xwe.

Li koçberiyê bi hêviya vegerê jiyana xwe berdewam dikin
Li koçberiyê bi hêviya vegerê jiyana xwe berdewam dikin
Li koçberiyê bi hêviya vegerê jiyana xwe berdewam dikin
Li koçberiyê bi hêviya vegerê jiyana xwe berdewam dikin
Li koçberiyê bi hêviya vegerê jiyana xwe berdewam dikin
Li koçberiyê bi hêviya vegerê jiyana xwe berdewam dikin
1 tîrmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di germahiya havînê ya dijwar de, û di nav dîwarên dibistaneke bajarê Hesekê ku bûye stargehek demkî, bi dehan koçberên ji bajarê Serêkaniyê yê ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, wan koçberan mal û milkên xwe ji dest dan. Îro, ew li dibistanên hilweşiyayî yên ku ji bo jiyanê ne guncaw in bi nexweşî, birçîbûn û paşguhkirinê re rû bi rû ne.

Ji wan koçberan Elaa El Xalî û Merwan Mistefa êşên xwe yên rojane vegotin.

Koçberan diyar kir ku tenê Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî û alkariya koçberan dike, lê rêxistinên mirovî yên navdewletî ti alîkariyan pêşkêş nakin.

JI BER NEXWEŞIYÊ LINGÊ WÎ BIRÎN

Li Dibistana can Hecar li taxa El Salihiyê ya bajarê Hesekê, Elaa  El Xalî, kesekî koçber ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye, li ber dîwarekî rûniştiye û xwe ji germahiya havînê ya dijwar diparêze. Ne tenê germahiya rojê laşê wî westand, lê nîşanên salên zilm û koçberiyê jî lê xuyan dikin, ku ji ber nexweşiya şekir û kêmbûna lênêrîn û dermanan, bijîşkan lingê wî birîn.

El Xalî bi dengekî westiyayî, dibêje, "Hêrsa ku me di salên koçberiyê de kişand û neheqiya ku li me hat kirin laşê min westand. Nexweşiya şekir pêşî bandor li çavên min kir, û dû re lingê min hat birîn. Em bedelê dûrketina ji mal û bajarê xwe didin, û tenê hêviyeke me heye ew jî vegera me ye, ne tiştek din."

El Xalî her wiha got: "Vî şerî em bi dehsalan paşde dan. Me her tişt winda kir, malên xwe, debara xwe û aramiya xwe. Em li vir di van odeyan de dijîn mîna ku em li derveyî demê bin."

El Xalî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Roj derbas dibin, ez li vir rûdinim, nikarim bilivim. Tenê tiştê ku ez dixwazim ez vegerim bajarê xwe. "

BI HÊVIYA VEGERÊ JIYANA XWE BERDEWAM DIKIN

Li quncikeke din a heman dibistanê, Merwan Mistefa bêdeng xwe dispêre dîwarekî şikestî, nema dikare bipeyive. Dema ku me jê xwest ew biaxive, tenê got: "Ev dibistan ji bo me bûye kabûsek... Em naxwazin vegerin wir. Jiyan li vir nayê tehemûlkirin."

Mistefa her wiha got: "Tekane tiştê ku em dixwazin ew e ku em vegerin bajarên xwe. Jiyana li vê sirgûnê pir bi êş e, bi taybet di havînê de, ji bilî siyê tu cih tune ku em xwe lê bigirin. Tu hêmanên jiyanek bi rumet li cem me nînin. "

Mistefa gotinên xwe bi daxwazekê bi dawî kir: "Em dixwazin ji vê êşa ku bi salan berdewam kiriye rihet bibin. Em dixwazin ev neheqî bi dawî bibe. Em tenê dixwazin vegerin. "

Çîroka Elaa û Merwan beşek ji rastiya bi sedan kesên koçber ên li dibistanên Hesekê ne, bi hêviya vegerê jiyana xwe berdewam dikin. "

(k)

ANHA