Trump biryara sivikkirina cezayên li Sûriyeyê îmze dike

Tora CBS da zanîn ku serokê Amerîkayê Donald Trump, îro biryareke nû ya têkildarî sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê îmzde dike.

Trump biryara sivikkirina cezayên li Sûriyeyê îmze dike
30 hezîran, 2025   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora CBS a Amerîkayê ku agahiyên xwe spartibû 2 çavkaniyên têkildar da zanîn ku serokê Amerîkayê Donald Trump wê îro biryara sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê îmze bike.

Di meha Gulanê de Trump gotibû ku ew ê ji bo destekdayîna Sûriyeyê û jinûve avakirina wê cezayan ji ser wê rake.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hin ceza hene pêwist e bi awayekî fermî ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve werin rakirin, nexasim ku hin ceza ji sala 1979'an ve ne, ku wê demê Sûriye wekî dewleta alîkar a terorê hatibû dîtin.

Di meha borî de jî Wezareta Gencîneyê (Xezîneyê) ya Amerîkayê biryara rakirina cezayan ji ser bankan û şîrketên balafiran û hin biryarên din ên têkildarî projeyên binesaziyê li ser Sûriyeyê, dabû.

(mh/fr)