Siyasetmedar: Danezana Destûrî dê êşên gelê Sûriyeyê zêdetir bike

Bertekên li hember Danezana Destûrî ya desthilta Şamê zêde dibin. Siyasetmedarên ji Til Temirê bi tundî rexne li danezanê kir û got êşên gelê Sûriyeyê dubare dike.

Siyasetmedar: Danezana Destûrî dê êşên gelê Sûriyeyê zêdetir bike
29 nîsan, 2025   06:15
HESEKÊ
ABDILXENÎ EL HAMAN

Desthilata Şamê di Adarê de Danezana Destûrî pejirand. Danezan bêyî beşdariya çalak a partî û hêzên nîştimanî hat derxistin û bû sedema bertekan. Siyasetmedaran ew wek hewldaneke biçûkxistina cihêrengiya Sûriyeyê û vegerandina welat bo serdema berî sala 2011’an nirxand.

Çalakvanê siyasî Ela Zahir El Hesen ê ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê diyar kir ku gelê Sûriyeyê zêdetirî 50 salan di bin serdestiya malbata Esed de êş û azar kişandi. Her wiha diyar kir ku serhildana sala 2011’an şoreşek bû ji bo rizgarkirina ji zilm û mêtingeriyê.

El Hesen got: "Piştî rûxandina rêjîma berê, Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bû di bin serweriya Heyet Tehrîr El Şam de. Lê wan destûrek ku daxwazên gelê Sûriyeyê temsîl nake derxist. Ew destûr  tenê xizmeta komeke taybet dike.”

El Hesen tekez kir ku destûra nû "fedakariyên gelê Sûriyeyê winda kir, yên bi karwanan şehîd da û azarên kuştin û koçberkirinê kişandin." Her wiha got: “Ev destûr xizmeta cihêrengiya Sûriyeyê nake, lê xwe dispêre prensîba yekalî ku dê nakokiyan di navbera aliyên cuda yên civaka Sûriyeyê de gurtir bike.”

El Hesen di dawiya axaftina xwe de hişyarî da û wiha got: "Eger desthilatdarên Şamê vê destûrê paşve nekişînin û rêya wê neguherînin, dê Sûriyeyê di nav nakokî û pevçûnan de bimîne û daxwazên gelê Sûriyyê yên ji bo azadî û edaletê pêk nayê.”

Siyasetmedar Xedîce Asim Îbrahîm jî bi tundî rexne li Danezana Destûrî kir û got: "Hemû pêkhate û mezhebên gelê Sûriyeyê li derve dihêle. Destûr bi awayekî yekalî hatiye nivîsandin, bêyî çavdêrî û beşdariyeke bibandor a beşên cuda yên civaka Sûriyeyê, lewma ew nûnertiya tu mezheb û pêkhateyeke nîştimanî ya rast nake.”

Xedîceyê her wiha got: "Ev destûr dûrî hemû pîvanên bingehîn ên dadwerî û demokrasiyê ne, û mafên bingehîn ên civakên Sûriyeyê garantî nake.”

Xedîce Asim Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li desthilata Şamê kir ku vê destûra yekalî betal bike û ji bo nivîsandina destûreke nû bi beşdariya  hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê kar bike.

(k)

ANHA