El Meter: Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê têkildarî ezmûnan tu bersiv nedane
Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter bal kişand ser hewldanên desteyê yên ji bo dan û standinên bi Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê û UNICEF`ê re û got tevî nêzîkbûna dema ezmûnan jî wezaretê heta niha tu bersivek nedaye.

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter diyar kir ku divê mijara ezmûnên dibistanên amadayî û navîn were çareserkirin.
El Meter diyar kir ku Desteya Perwerdeyê li gel UNICEF û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê gelek têkilî danîne û herî dawî di navbera desteyê û wezaretê de di 13-14’ê Nîsanê de civînek pêk hatibû.
Xelef El Meter bal kişand ser xalên sereke yên ku li ser hatine lihevkirin, wek hêsankirina tomarkirina xwendekaran, dirêjkirina dema tomarkirinê ji bo ku hemû xwendekar bikarin ezmûnan li herêmên xwe pêk bînin. Her wiha komîteyeke hevbeş a demkî ji bo birêvebirina proseya ezmûnan li gorî rêbazên Şamê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Desteya Perwerdeyê her wiha gaveke çalak avêt û navendên tomarkirinê vekirin, ji bo xwendekarên ku dixwazin ezmûnan bi rêbaza xwendinê ya desthilat Şamê pêk bînin, ji bo sivikkirina barê çûn û hatinê, lê desthilata Şamê têkildarî van navendên ezmûnan tu bersiv nedane.
El Meter diyar kir ku tevî nêzîkbûna dema ezmûnan jî lê ji hêla wezaretê ve heta niha tu bersiveke fermî nehatiye dayîn.
El Meter da zanîn Desteya Perwerdeyê hemû hewlên xwe dane ji bo serkeftina pêvajoya ezmûnan û bang li Wezareta Perwerdeyê kir ku "bi lez tev bigere û bersivê bide şertên peymanê ji bo maf û siberoja xwendekaran.”
El Meter diyar kir ku Desteya Perwerdeyê dê proseya xwendinê li gorî rêbazên Rêveberiya Xweser bişopîne û ji bo serkeftina hemû xwendekarên li herêmê kar bike.
(k)
ANHA