Salih Gedo: Konferansa li Rojava ji bo Kurdistanê nimûneyek e
Sekreterê P.Ç.D.K-S’ê Salih Gedo diyar kir ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdistanê bi giştî nimûneyek e û divê li parçeyên din jî gavên ber bi yekitiyê ve bên avêtin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (P.Ç.D.K-S) Salih Gedo têkildarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji ANHA`yê re axivî.
Salih Gedo da zanîn ku ev dem ne tenê ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ji her çar parçeyê Kurdistanê re demeke dîrokî ye û konferansa li Rojava ji bo her sê parçeyên din ên Kurdistanê û ji bo gavavêtina ber bi yekitiyê ve nimûneyek e. Gedo got konferans ji bo bicihanîna mafên Kurdan gava yekemîn e.
Salih Gedo diyar kir ku divê li parçeyên din ên Kurdistanê jî pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên kurdî de bên rakirin, yekitiya xwe ava bikin da ku ew bi hev re bigihêjin pêkanîna kongreyeke neteweyî ya kurdistanî.
Salih Gedo da xuyakirin ku li konferansa ji bo Rojavayê Kurdistanê ji Bakur û Başûrê Kurdistanê partî beşdar bûn, dengê piştgirîdayînê yê Rojhiltê Kurdistanê jî hatiye wan. Roja konferans hate lidarxistin, rojeke gelekî pîroz e û cihê serkeftinê ye.
(ekîb)
ANHA