`Siyasetên li dijî herêmê berdewama komkujiya Amûdê ye`

Şêniyên navçeya Amûdê û gundên derdorê, şehîdên komkujiya Sînemaya Amûdê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku berxwedana wan li hember siyasetên qirkirinê li dijî herêmê berdewam e.

`Siyasetên li dijî herêmê berdewama komkujiya Amûdê ye`
`Siyasetên li dijî herêmê berdewama komkujiya Amûdê ye`
`Siyasetên li dijî herêmê berdewama komkujiya Amûdê ye`
`Siyasetên li dijî herêmê berdewama komkujiya Amûdê ye`
`Siyasetên li dijî herêmê berdewama komkujiya Amûdê ye`
`Siyasetên li dijî herêmê berdewama komkujiya Amûdê ye`
13 mijdar 2023   22:08
QAMIŞLO

Şêniyên Amûde û gundên derdorê, şehîdên komkujiya Sînemaya Amûdê di salvegera 63`yan de bi merasîmeke bi heybet bi bîr anîn. 

Meclisa Navçeyê merasîma bîranînê li Navena Çand û Hunerê ya Hûrî li dar xist. Di merasîmê de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek da ku ji aliyê endama yekitiyê Delîle El Sedî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ciwanan, şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û êrişên li dijî navenda Tevgera Ciwanan a li Minbicê şermezar kirin.

Her wiha ciwanan, li hember van siyaset û êrişan soz da ku têkoşînê li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan temam bikin.

Dûre, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civakî, çandî û siyasî yên herêmê ku tev li merasîmê bûne, gurzên gulan danîn ber peykera ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê hatiye dayîn.

Piştî wê endamê Meclisa Navçeyê Silêman Şêxî axivî û îşaret bi nirxê çandî û civakî ya Amûdê di vê demê de kir û got: “Amûdê wê demê bûbû qubleya wêjevan û helbestvanan. Di tevgera fikrî ya gelê kurd de rol list. Lê ev ne li gorî desthilata wê demê bû ji ber wê, agir bi sînemayê xist.”

Şêxî destnîşan kir ku gelê Kurd serî natewîne, dê têkoşînê berdewam bike û bi saya berxwedan û fedakariyên ciwanan dê azadiyê û mafê xwe bi dest bixe.

Şêxî bang kir ku hesb ji kujeran bê pirsîn.

Mihemed Emînê ji komkujiyê xilas bûye, detayên bûyerê ji beşdaran re vegotin.

Piştre nivîskarê Beşîr Mele Newaf bi navê malbatên şehîdên komkujiyê, helbestek xwend.

Newaf diyar kir ku siyasetên li dijî gelê Kurd niha tên kiirn, berdewama komkujiya Amûdê ye.

Her wiha Newaf soz da ku şopdarên rêya şehîdan bin, ta ku serkeftin, azadî û edalet bi dest bixin.

(şx)

ANHA