Saziya Karûbarên Olî panelek diyalogê li dar xist

Bi dirûşma "Girêdana bi xakê ve û jiyana hevbeş" Saziya Karûbarên Olî ya Reqayê û Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê paneleke diyalogê li hola Navenda Çandê ya bajêr li dar xist.

Saziya Karûbarên Olî panelek diyalogê li dar xist
Saziya Karûbarên Olî panelek diyalogê li dar xist
Saziya Karûbarên Olî panelek diyalogê li dar xist
Saziya Karûbarên Olî panelek diyalogê li dar xist
Saziya Karûbarên Olî panelek diyalogê li dar xist
13 mijdar, 2023   21:52
REQA

Di panelê de endamên Saziya Karûbarên Olî ya Reqayê û Komîteya Çand û Şûnwaran û meleyên mizgeftên Reqa û gundewarê wê beşdar bûn.

Endamê saziyê Şêx Elî El Salih got: "Saziya me ji bo pênasekirina Îslama dirust gelek panel li dar xistin. Îslamê tu kes red nekirin lê belê banga pergaleke civakî kir ku tê de hemû ol parastî bin."

Hevserokê saziyê ya Reqayê Şêx Îbrahîm El Ewês destnîşan kir ku erkê mirovan li hember xaka ku li ser dijîn ew e ku di xêrê de hevkar bin û di baş û nebaşiyê de yek in û xaka xwe biparêzin.

El Ewês got: "Di encama peymana Medîne El Munewera de hemwelatîbûna di jiyana civakî û siyasî de derdikeve, her wiha peymanê pirbûna nasnameyan red nekir ku her pêkhateyek girêdayî ola xwe be. Mirov girêdayî malbat an dewlet an ola xwe ye, ji ber wê jî divê welatî tev bi hemû pêkhateyan yek bin."

El Ewês got: "Biratiya rastîn hemû nakokiyan radike, her wiha di ola Îslamê de jî tu cudahî di navbera mirovan de tune ne û hemû wekhev in."

Der barê rola jinan di jiyana hevbeş de rêvebera Nivîsgeha Perwerdeyê ya Herêma Hewza Firatê Betûl Hemzawî got: "

Betûl Hemzawî wiha domand: "Îslamê bi rêya gelek dersan û sunnetê jin ji bo hevpariyê han dan, ji ber wê jî rola jinan di pêşxistinê de tu carî bi zilaman ve ne girêdayî ye. Îslamê jin pîroz kirin û di wan de dilovanî çand û ew bi zilaman re di hemû nirxên mirovî de wekhev kirin."

Di dawiyê de îsrara jinan a hevbeşiya bi zilaman re hêza wan û îradeya wan a guhertina civakê nîşan dide, ji ber ku pêşketina civakan bi jinan û rola wan ve girêdayî ye.

Piştre rêveber Saziya Jinan Kongreya Îslama Demokratîk Rîm Îdrîs got: "Pêwîstiya me bi zanabûnekê heye da ku em vegerin ola dirust a bê kuştin, pêwîstiya me bi avakirina nifşekî nû li ser ola dirust ku tê de hemû ol bi hevbeşî bijîn."

Endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl destnîşan kir ku jina bihêz civaka bihêz tîne û ji berê de jin xwedî gelek destkeftiyan in, dema ku jin û zilam wekhev bin civakeke saxlem tê avakirin."

Ehmed Elî ku ji şêniyên Reqayê ye destnîşan kir ku divê jin bên perwrdekirin û ne tenê hevjîn û bermalî be û divê ew di malê de bi zilam re wekhev be.

Pirsên beşdaran ji aliyê endamê Saziya Karûbarên Olî Şêx Elî El Salih ve hatin bersivandin û got: "Girêdana bi xakê ve û jiyana hevbeş ji destpêka Îslamê de heye û Îslamê piştgirî da jiyana hevbeş a di navbera hemû olan de û em jî ji bo misogeriya mafên jinan û çalakkirina rola wan di civakê de di hewldanan de ne."

(mh)

ANHA