ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-11-2023
14 mijdar 2023   02:00

Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî pêşniyar kir ku ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan heyeteke qanûnî li ser asta cîhana Ereban were avakirin. (BI WÊNE)

Li Tirkiye ji dema ku Recep Tayyîp Erdogan gihaşt ser desthilatê ve, guhertinên mezin çêbûn. Encamên van guhertinan, di serî de ji bo jinan, li ser jiyana tevahî beşên civakî taluke ne. Şopdarên rewşa Tirkiyeyê asta zext, şerê taybet û binpêkirinên mafên ku pergala serdest a Erdogan li dijî tevahî pêkhate û saziyên civakê pêk tîne, dibîne. Pergala serdest bi van kirinan, dixwazin muxalif û parêzvanên mafên mirovan û rojnamevnan bişkîne. (BI WÊNE)

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê têkildarî  Festîvala Kobanê ya Wêjeyî got: "Armanca me ew e nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên wêjeyê bînin gel hev  ku ji bo pêşxistina wêjeya kurdî gavan biavêjin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, ji ber gendelî û cudekariyê gelek malbat ji mazota ji bo germkirinê bê par têne hiştin û malbatên din jî nameya wergirtinê dereng bi dest dixin. Ji vê zêdetir miqdara mazotê ya tê belavkirin têra zivistanî nake. (BI WÊNE)

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji sedî 85 xebatên amadekirina parka navendî bi dawî kiriye. Çavdêr e ku di çend rojên bê de park were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenûbya komxebatek bi dirûşma “Bi giyanê felsefeya neteweya demokratîk em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin jin, jiyan û azadî” li hola Firatê ya Reqayê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ku bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li dar ketiye didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşma “Şoreşa Jinan bi hunerê dixemile” têkildarî berxwedana jinan pêşangehekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê navçeya Tirbespiyê der bare êrişên dewleta Tirk a dagikrer li dijî herêmê de civînek ji xelkê navçeyê re li dar dixe saet di 10:00`an de.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên ŞEhîdan ji bo şehîd Serbest Heleb, Biharîn Dêrsim û Bîrhat Çîlo merasîma sersaxiyê li qada şehîdan li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî dibe saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)