CENTCOM: Li Sûriye û Iraqê 85 navend bûn hedef

CENTCOM`ê ragihand ku zêdetirî 85 êriş li dijî Feyleq El Quds û komên alîgirên wê yên li Sûriye û Iraqê pêk anîne. Li gorî SOHR`ê di encama êrişên li Sûriyeyê de 18 kes hatine kuştin.

CENTCOM: Li Sûriye û Iraqê 85 navend bûn hedef
3 sibat, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTKOM) ragihand ku vê sibê hêzên wê yên hewayî li Iraqê û Sûriyeyê êriş li dijî baregeh û navendên Feyleq El Quds a girêdayî Pasdarên Îranê û milîsên wê pêk anîne. 

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê bi zêdetirî 125 moşekan zêdetirî 85 baregeh û navendên Feyleq El Quds kirine hedef.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin navendên fermandarî û kontrolkirinê, îstixbatatê, depoyên moşekan û balafirên bêmirov, depoyên çek û cebilxaneyê û lojîstîk ên milîsan û Pasdarên Îranê kirine hedef.

ÊRIŞ DÊ BERDEWAM BIKIN

Serokê DYA’yê Joe Biden ferman da ku êriş li dijî navendên komên li Sûriyeyê yên ku êrişî hêzên Amerîkayê kirine, bê kirin û got: "Bersivdayîn dê berdewam bike."

Her wiha Biden got DYA hewl nade şerekî Ii Rojhilata Navîn yan jî li cihekî din ê cîhanê derxe.

IRAQ: ÊRIŞ BINPÊKIRINA SERDESTIYA ME YE

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl êrişên DYA’yê wek binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir û ragihand ku ew van êrişan wek gef dibînin ku ev êriş wan ber bi “encameke nediyar” ve dibin.

Yehya Resûl got ku ev êriş ewlehiya herêmê ber bi karesatê ve dibin.

LI SÛRIYEYÊ 18 KES HATIN KUŞTIN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Amerîkayê li ser dirêjahiya 130 kîlometreyan, ji bajarê Dêrazorê heta sînorên Sûriye -Iraqê gelek dever bombebaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, di wan êrişan de 26 navendên girêdayî milîsên Îranê hatin bombebarankirin û di wan êrişan de 18 çekdarî ser bi Îranê ve hatine kuştin, lê belê diyar kir ku ev bîlanço ne dawîn e, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

DYA`yê demekê bêrê diyar kiribû ku êrişî hêzên wê yên li Urdinê ji aliyê Muqewe El Îslamiye El Iraqiya ve hatiye kirin. Li gorî Pentagonê di encamê de 3 leşker hatibûn kuştin û zêdetirî 40 leşkerên din jî birîndar bûbûn.

(şx)