Şiroveyên Çapemeniyên cîhanê ya berdana çeteyên DAIŞ’ê

Berdana girtiyên DAIŞ’î ya piştî êrişên koalîsyona DAIŞ-El Qaîde û dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, di çapemeniya cîhanê de cih girt. La Libre ya ji Belçîkayê got, “Xiyaneta li hemberî Kurdan, hişyarkirina DAIŞ’ê ye.”

Şiroveyên Çapemeniyên cîhanê ya berdana çeteyên DAIŞ’ê
22 ÇILE, 2026   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Reuters destnîşan kir ku êrişên HTŞ’ê wê bandorê li têkiliyên Sûriyeyê yên bi DYE û Tirkiyeyê re bike û diyar kir ku aqûbeta bi hezaran DAIŞ’iyan nediyar bû. Di nûçeyê de bal hate kişandina ser zextên Tirkiyeyê yên ji bo “bêçek hiştina” QSD’ê. Hat ragihandin ku tevî daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE’yê Tom Barrack a dibêje, ‘rola QSD’ê ya li qadê di asteke mezin de bi dawî bûye’, Washington hîna têkildarî bi hezaran DAIŞ’î û malbatên wan bi fikar e.

The Guardian diyar kir ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê rewşa ewlehiyê her diçe xirab dibe û fikarên têkildarî ku dibe DAIŞ car din derkeve holê, zêde dibe. The New York Times jî ragihand ku artêşa DYE’yê heya niha 150 DAIŞ’î sewqî Iraqê kirine û ragihand ku dibe ev hejmar bibe 7 hezar.

BBC jî diyar kir ku operasyonên neqlî, piştî ku QSD ji kampên xwe vekişiyan hatin destpêkirin.

Long War Journal ragihand ku rêveberiya Iraqê ji ber şer bi fikar e.

Deutsche Welle jî bal kişand ser protestoyên girseyî yên ji bo Rojava yên li Elmanyayê.

La Libre: Xiyaneta li hemberî Kurdan, hişyarkirina DAIŞ’ê ye

Di rojnameya La Libre ya Belçîkayê de, di nivîsa edîtor a bi îmzeya Dorian de Meeûs de, ev sernav hate bikaranîn: “Xiyaneta li hemberî Kurdan, hişyarkirina DAIŞ’ê ye.” Di nivîsê de ev tişt hatin diyarkirin: “Dîmenên ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê gihiştine me, bi êş in. Ev dîmen zextên tund ên hêzên rejîma Sûriyeyê û milîsên wan ên li hemberî Kurdan, nîşan didin. Êşkenceya li hemberî sivîlan û zarokan, înfazên bêdaraz û tundiya zêde. Hovîtî ye.”

Franceinfo: Dibe terorîstên DAIŞ’ê bên berdan

Radyoya Fransî Franceinfo ragihand ku dibe bi hezaran DAIŞ’î û malbatên wan reviyabin û ev tişt hate gotin: “Fikarên têkildarî ku wê li Sûriyeyê terorîstên DAIŞ’ê bên berdan, zêde dibin. Ev çend rojin Kurd ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve rû bi rûyê êrişan dimînin. Li navenda şer bi hezaran cîhadîst tên girtin û heya niha girtîgehên ku ji aliyê Kurdan ve tên parastin hene. Şervanên kevin ên Dewleta Îslamê û bi deh hezaran jin û zarok dibe birevin.”