Xaça Sor li ser rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) der barê rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji ber êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hişyarî da û diyar kir ku "sivîl bedelên herî giran didin." ICRC banga parastina sivîlan û binesaziyê û hêsankirina gihaştina alîkariyê kir.

Xaça Sor li ser rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da
22 ÇILE, 2026   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

ICRC diyar kir ku "ji ber êrişan malbat ku gelek ji wan gelek caran koçber bûne, neçar kirine ku di zivistaneke dijwar de birevin, li gel kêmbûna av, germkirin û lênêrîna tenduristiyê ku ev yek xetereya jevqetîna malbatan zêde dike."

Komîteyê diyar kir ku “êrişan binesaziya sivîl a bingehîn, wekî stasyonên pompkirina avê, bendav û torên elektrîkê xistine xetereyê, her wiha xetere li ser navendên binçavkirinê û kampan jî kiriye."

ICRC’ê ev bang kir: “Parastina sivîlan û kesên birîndar, nexweş û kesên ku di girtîgeh û kampan de hatine girtin. Parastina binesaziya sivîl a bingehîn û tiştên ku ji bo sivîlan girîng in. Parastina navendên tenduristiyê, ambulans û alîkariya lezgîn. Hêsankirina tevgera ewle û dilxwaz a sivîlên reviyayî. Misogerkirina vegera ewle ya kesên ku dixwazin vegerin û parastina kesên ku dixwazin bimînin. Hêsankirina gihaştina alîkariya mirovî.”

(k)