Şîret û rêbazên parastina berheman ji qeşayê

Ji bo parastina berhemên çandiniyê bi taybetî sebze û şitilan ji qeşayê, aliyên têkildarî hin şîret û rênîşan pêşkêş kirin.

Şîret û rêbazên parastina berheman ji qeşayê
19 sibat, 2025   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojên pêşiya me de pêleke sermayê ya tund heye ku dibe ku bi xwe re qeşayê bîne. Ev jî, ji bo berhemên çandiniyê, bi taybetî sebze û şitilên biçûk û hin cûreyên din metirsî ye û dibe ku zirarên mezin bigihîne wan berheman.

Ji bo ku cotkar berhemên xwe ji qeşayê biparêzin Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya kantona Cizîrê li ser malpera xwe ya fermî hin şîret û rêbazên parastina berheman, ji cotkaran re pêşniyar, kirin.

Rêbaz û şîretên komîteyê kirine ev in:

- Parastina sera (malikên blastîkî) û tunelên çandiniyê bi girtina wan bi rêkûpêk ji bo kêmkirina windabûna germê.

- ji bo parastina berheman di hundirê sera û tunelan de du tebeqên îzolasyonê (naylon û caw) bi kar bînin.

- Ji bo xweragiriya nebatan li hember sermayê xurt bibe, silikat potasyom û asîdên amînî bireşîne.

- Beriya pêla qeşayê bala xwe bidin reşandina fosfor, potasyûm û hêmanên din ên semadê.

- Di heyama qeşayê de, ji bo ku nebat lawaz nebin, dermanan nereşînin.

- Beriya destpêkirina qeşayê divê rêjeya avdanê were kêmkirin, ji ber ku şilbûna zêde xeteriya qeşabûnê zêde dike.

- Nebatên di qutîk an jî hawizan de hatine çandin biguhêzin cihê germ dûrî qeşayê.

- ji bo îzolekirina rihan û parastina wan, bi rêya bikaranîna tiraşa darê, sap, heriya di nav de pel hene, yan jî pûşên daran, axê li dora nebatan bidin hev.

(mh/fr)