Îsraîlê dewleta Tirk bi şandina pereyan ji Hizbullah re tawanbar kir

Îsraîlê ji komîteya çavdêriya agirbesta li Lubnanê re giliyek pêşkêş kir û diyar kir ku destê dewleta Tirk di veguhastina pereyan ji Stenbolê ber bi Beyrûtê ve heye. Her wiha wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê aşkera kir ku dewleta Tirk û Îranê ji bo qaçaxtiya pereyan ji Hizbullah re hevkar in.

Îsraîlê dewleta Tirk bi şandina pereyan ji Hizbullah re tawanbar kir
19 sibat, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di hevîdtina bi senatorên Amerîkayê re diyar kir ku ji bo qaçaxtiya pereyan ji Hizbullah re dewleta Tirk û Îranê hevkar in.

Girêdayî wê, berdevkê artêşa Îsraîlê jî ragihand ku tevî hewlên Îsraîlê ku pere negihînin Hizbullahê, lê Pasdarên Îranê bi rêya geştên sivîl pereyan digihînin Hizbullah û Îsraîlê der barê vê yekê de agahiyê nji komîteya agirbestê re ya bi serkêşiya Amerîkayê re, pêşkêş dike.

Îsraîlê li ser vê yekê giliyeke fermî ji komîteya çavdêriya agirbesta li Lubnanê re pêşkêş kir û anî ziman ku destê welatiyên Tirk di veguhastina pereyan ji Stenbolê heta bi Beyrûtê heye û ev jî ji bo fînansekirina çalakiyên Hizbullah li herêmê gef e.

Li gorî raporan, ji ber cezayên li Îranê, Hizbullah rûbirûyî krîza aborî ye, lê hîna jî dikare tawîzan bide kesên zirar ji şerê li başûrê Lubnanê dîtine û di wê yekê de banka (Qerz El Hesen) bi kar tîne bi milyonan dolar şîkan dide.

(mh/fr)